Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazartesi - 10 Kasım 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Banga oldar û serokeşîrên Şengalê

Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê li dijî gefên dewleta tirk ên li ser Şengalê bang civaka êzidî kirin û xwestin hemû civaka êzidî li dijî êrîşan parastina xaka Şengalê bikin

Oldar û serokeşîrên Şengalê, li dijî gef û polîtikayên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê daxuyanî dan çapemeniyê. Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang li hêz û partiyên siyasî yên êzidî kirin ku li dijî êrîşên dewleta tirk bibin yekdeng û xwestin hemû civaka êzidî li dijî êrîşan dest bavêjin çekê û parastina xaka Şengalê bikin.

Serok û Nûneran li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê daxuyanî dan. Bi dehan serokeşîr û oldarên êzidiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokeşîr Dexîl Mirad daxuyanî xwend û wiha got: ”Em wek Desteya Eşayîr û Oldarên Êzidiyan li Şengalê, daxuyanî û gefên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin ku yekem in welat e bi hemû hêza xwe piştgriya çeteyan dike û dixwaze serweriya  Iraqê binpê bike. Dixwaze xwe bigihîne çiyayê Şengala berxwedêr û herêmê dagir bike. Her wiha di çiyayê me yê pîroz de bi hincetên xwe yên nerast baregehên leşkerî ava bike.”

‘Em ê Şengala pîroz biparêzin’

Mirad destnişan kir ku raya giştî dizane armanca dewleta osmanî çi ye û ji ber çi destdirêjiyê dike li ser welatên derdora xwe û ev tişt anî ziman: “Dîroka wan a reş tîje komkujî û qirkirine. Weke komkujiya ermeniyan, komkujiyên li dijî êzidî û elewiyan. Di dirêjiya dîrokê de, dixwazin xewn û xeyalên bav û bapîrên xwe bi cih bînin. Bi dagirkirina çiyayê Şengalê û komkujiyên nû yên li dijî gelê êzidî pêk bîne. Em li vir dibêjin kesekî xwedî xîret di rêveberiya Iraqê de nîne ku bikare serweriya Iraqê biparêze. Em weke Deste Eşayîr û Oldarên Êzidî li çiyayê Şengalê ji gefên Tirkiye û ji wan kesên hevkariya Tirkiyeyê dikin natirsin. Em ê heta dawiyê li ser şopa bav û bapîrên xwe bin û li ser doza êziditiyê ger bê xwestin em ê berdêlên giran bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê êzidî û dostê wan dikin, bi me re bibin yek û bi hev re Şengala pîroz biparêzin. Her wiha partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi erka xwe ya niştîmanî û olî rabin û li dijî van êrîşan bibin yek. Em ê heta dawî şerê xwe bikin. Çawa ku me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da û dest ji axa xwe ya pîroz berneda, berdêl çi dibe bila be, em ê ji niha şûnde jî dest ji parastina xaka xwe bernedin.”

‘Me tu carî serî netewand’

Piştî daxuyaniya Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê axivîn.

Oldarê êzidî Feqîr Reşo bertek nîşanî gefên dewleta tirk da û wiha got: “Di dîrokê de gelek aliyên mîna Tirkiyeyê xwe ceribandine û êrîşî Şengalê kirine. Eger Tirkiye dixwaze ola êzidiyan tune bike û bi hincetan dixwaze êrîşî Şengalê bike, bila were. Di dîrokê de, me serî netewandiye, em ê ji niha û şûnde jî serî netewînin û em ê li ber xwe bidin.”

Feqîr Reşo bang li hikûmeta Iraqê jî kir û wiha domand: ”Eger hûn ne amade ne serweriya xaka xwe biparêzin û rê ji Tirkiyeyê re vedikin ku êrîş bike li ser me, em ê heta dawî li xwe bidin û çiyayê xwe ji tu kesî bernedin.”

Bang li hemû êzidiyan hat kirin

Yek ji kesayetên êzidî Hesen Şerîf jî bang li tevahiya êzidiyan kir ku xwedî li Şengalê derkevin û ev tişt anî ziman: “Divê êzidiyên her cihî ji bo Şengalê rabin. Li ser wan erk e li hemberî êrîşan bikevin nava berxwedanê. Bang dikin êzidiyên derveyî welat û dostên xwe ji bikevin nava çalakiyan.”

Her wiha yek ji serokeşîrê êzidiyan Şemo Xwedêda jî wiha got: “Şengal hatiya guhartin, ne wek berê ye. Her kesekî bixwaze axa me dagir bike û destdirêjiyê li ser pîroziyên me bike, em ê weke civaka êzidî li hember rabin û li ber xwe bidin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar