Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....

Perşembe - 13 Mart 2025

Banga Rêber Apo çarenûsa gelan e

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê destnîşan kir ku banga Rêber Apo behsa civaka demokratîk û bi hev re jiyînê dike û wiha got: “Em dixwazin banga Rêber Apo li çar parçêyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bibe çarenûsa gelan.”

Newroza 2025’an bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ wê li 89 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bê pîrozkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş têkildarî wateya Newrozê û banga Rêber Apo ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Parlamenter Bêrîtan Guneş diyar kir ku Newroza îsal ji ber banga Rêber zêdetir dîrokî û xwedî wate ye û wiha got: “Ev agirê Newrozê yê ku me li Lîcê vêxist dê li seranserî welat belav bibe. Newroza Licê û ya îsal ji bo me ji aliyê dîrokî ve gelekî watedar e. Ji ber ku îsal em Newrozê bi hêviya azadî û aştiyê pêşwazî dikin. Her wiha em dikarin bibêjin ku agirê Newrozê îsal di 27’ê Sibatê de ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve ji bo gelan hat vêxistin. Ev Newroz ji bo ku hemû gel bi hev re, bi aştiyeke bi rûmet bijîn pir watedar e.”

Berîtan Guneş bal kişand ser girîngiya civaka demokratîk û wiha domand: “Banga Rêzdar Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bi temamî behsa civaka demokratîk dike. Behsa bi hev re jiyîn û demokrasiyê dike. Ji ber wê şiyara me ya vê Newrozê ‘Rêbertiya azad civaka demokratîk e’. Ku em nikaribin civakeke demokratîk avabikin em ê nikaribin bi awayekî azad û demokratîk jî bijîn. Newroz her tim ji bo gelê Kurd bûye raperîna li dijî zilmê. Di Newrozan de gelê Kurd xwe ji nû ve afirandiye.”

Bêrîtan Guneş da zanîn ku dixwazin banga Rêber Apo li çar parçêyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bibe çarenûsa gelan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi çarenûsa paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Êdî ne tenê gelê kurd, durzî û elewî jî êdî çareseriyê di vê paradîgmayê de dibînin. Vê têkoşînê, paradîgmayê em dikarin bibêjin ku Rojhilata Navîn guhertiye. Newrozê jî her tim xizmeta guhertin, veguhertin, raperîn, hilberîn û vejînê kiriye. Em jî Newroza vejînê, newroza azadî û aştiyê pîroz dikin. Xwedîderketina li Newrozê xwedîderketina li banga Birêz Abdullah Ocalan e, xwedîderketina li çanda bi hev re jiyîn, azadî û aştiyê ye. Ji bo vê ev Newroz ji bo hemû gelan dîrok e, divê em li dîrokê xwedî derkevin, li vê bangê xwedî derkevin. Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

‘Banga Abdullah Ocalan çarenûsa gelan e’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar