Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Baroya Amedê: Gotinên talûke ne

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin têkildarî daxuyaniya dê hin namzetên bên bijartin ji wezîfeyê bigirin wiha got: “Zimanê ku hat bikaranîn talûkeyek derxist holê. Gotinên tên kirin rewşê ber bi talûkeyê ve dibe.”

Baroya Amedê di hefteya 169’emîn de ji bo serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku heta niha têkildarî lêpirsîna qetilkirina Tahîr Elçî tu pêşketin çênebûye û ew hêvîdarin dê ev lêpirsîn di demek kin de bi dawî bibe.

Aydin bal kişand ser hilbijartina xwecihî ya dê roja yekşemê pêk were û ev tişt anî ziman: “Em di pêvajoyek hilbijartinê ya ku polemîk de derbas bûn. Mixabin zimanek cudakariyê û dubendiyê hat bikaranîn. Mixabin ev zimanên hatin bikar anîn gel ber bi pêkanînên hişk ve dibe. Ji ber vê yekê ev ziman rewşek xemgîn e ji bo me.”

Aydin bal kişand ser daxuyaniyên desthilatiyê yên der barê hin namzetên bên bijartin dê ji wezîfeyê bigirin û wiha got: “Ev yek çûyînek ber bi astek talûke ve dê biçe. Daxuyaniyên wan talûke ne. Pêkanîn li dijî hiqûqê û qanûnan pêk werin em ê qebûl nekin. Em hêvîdarin dê hilbijartinek bi aram pêk were. Em bang li tevahiya hilbijêran jî dikin ku bi aqlek selîm biçin dengdayînê.”AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar