Zêdetirî du meh in hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine lidarxistin, lê tevî vê hîn jî Hikumeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Tevî YNK û PDK gelek carin dicivin, lê ti encamek bi dest nexistine, dewleta Tirk jî niha hewl dide hikumetek li ser daxwaza xwe bide avakirin. Li gorî pêşbiniyan ti egerek ya avakirina hikumeta nû nîne, ger were avakirin jî wê çawa be kes texmîn nake!
Di 20’ê Cotmeha sala 2024’an de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhatin. Li gorî yasayê piştî ku encamên hilbijartinên hatin pejirandin, piştî wê pêngavên ji bo hikûmeta nû ya herêmê destpê dikin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê 30’ Mijdarê (2024) encamên fermî yên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê aşkere kir.
Piştî encamên hilbijartinê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin, pêngavên ji bo hikûmeta nû ya herêmê destpê dikin. Li gorî yasayê pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê ji çend pêngavan pêktê.
Li gorî rêjeya kursiyên parlamentoyê, ger her hizbek di hilbijartinan de bikare 51 kursiyan bi dest bêxe, ew hizb dikare bi tena serê xwe kabînaya nû ya hikûmetê jî ava bike. Lê divê destûra parlamentoyê bigire. Ger ti hizban vê rêjeyê bi dest nexist, divê hinek hêz xwe bikin yek û koma herî mezin a parlamentoyê pêkbînin. Li gorî madeya 10 a yasaya serokatiya herêmê, 10 roj piştî pejirandina encamên dawî yên hilbijartinê yên ji aliyê desteya dadweriyê ve, divê serokê herêmê bang li parlamentoyê bike ku ji bo hikûmeta nû ya herêmê bicive.
Li gorî heman madeya 10’an, ger ji aliyê serokatiya herêmê yan desteya dadweriyê ve ji bo yekemîn civîna parlamentoyê bang nehat kirin, parlamento dikare roja dawî ya dema hatî diyarkirin de civîna parlamentoyê pêkbîne.
Di rûniştina yekem ya parlamentoyê de parlamenterê herî bi temen serokatiya parlamentoyê dike. Desteya serokatiya parlamentoyê tê hilbijartin. Piştî ku hat hilbijartin kesê herî bi temen erkê xwe berdide û dide desteya serokatiyê.
Di civîna duyem ya parlamentoyê de navên namzetan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê tên wergirtin. Her namzetek ku zêdetirî dengan bi destxist, parlamento li gorî madeya 56 a yasaya hilbijartinê, wî kesî dike serokwezîr. Piştî wê ji aliyê desteya dadweriyê ve erkê pêkanîna hikûmetê tê dayîn. Ne şerte heman kes ji hizbek ku zêdetirî kursiyan di parlamentoyê de hebe, lê divê ew kes ji sedî 51 dengên parlamentoyê bidest bêxe.
Piştî ku erkê pêkanîna hikûmetê hat dayîn, divê di nava 30 rojan de kabîneya hikûmetê ava bike. Ger hêzek di parlamentoyê de xwedî zêdetirî kursiyan be, ew hêz dikare bi xwe jî hikûmetê pêkbêne. Lê ger ti hêzek ne xwedî vê rêjeyê be, wê demê hêz dikevin nava lihevkirin û danûstandinan de. Hizbên siyasî yên di nava parlamentoyê de dikevin danûstandinan û digihijin lihevkirinekê. Dema hizib li hev hatin êdî li ser erkan jî gorî tê xwestin parvekirinê çêdikin. Yanî pêngavên yasayî jî li gorî encama lihevkirinên siyasî wê pêkwere.
Ger di nava 30 rojan de hikûmet ne hat avakirin, divê bernameya kabîneyê biçe parlamentoyê û parlamento jî dengê xwe li ser bide û bi pejirêne. Lê ger parlamento jî vê yekê ne pejirand û ew kesê hatî erkdarkirin nekarî hikûmetê ava bike, wê demê parlamento ji bo avakirina hikûmetê kesekê din erkdar dike.
Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 2’yê Kanûnê (2024) de civîna yekem ya dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê lidarxistin. Parlamentoyê civîna xwe ya yekem pêkanîn û parlamenteran sonda yasayî xwarin. Piştî ku parlamento civîna xwe ya yekem lidarxist, divê di nava 45 rojan de hikumeta nû were avakirin. Me di jor de behsa avakirina hikumetê ya li gorî yasayê kiriye.
Niha zêdetirî 2 meh in hilbijartin hatine lidarxistin û 45 roj in jî civîna yekem ya parlamentoyê pêkhatiye, lê hikumet nehatiye avakirin.
YNK û PDK’ê ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê, cara ewil di 20’ê Mijdara 2024’an de li Silêmaniyê, cara duyem jî di 17’ê Kanuna 2024’an de li Hewlêrê û cara sêyem jî di 7’ê Çileyê de li Mekteb Siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê civiyan. Herî dawî jî PDK û YNK di 9’ê mehê de civiyan.
Tevî 4 caran PDK û YNK ji bo avakirina hikumetê civiyan, lê ti encamek derneket. Ji bo vê PDK carek din hewara gihand Tirkiyeyê. Tê gotin dewleta Tirk dixwaze bêyî YNK’ê hikumetek nû bi Tevgera Nişfê Nû û PDK’ê bide avakirin.
Ji bo vê di 7’ê mehê de cîgirê duyem yê PDK’ê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û bi rayedarên dewleta faşîst re civiya. Tevî ku naveroka serdanê nehat ragihandin, lê tê gotin Mesrûr Barzanî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berê xwe daye Tirkiyeyê. Tê gotin malbata Barzanî dixwaze vê carê hikumetek bi dilê dewleta Tirk ava bike û ji bo vê jî bihevkariya dewleta Tirk Tevgera Nifşê Nû jî razî bike.
Divê çarçoveyê de tê gotin di 7’ê mehê de serokê tevgera Nifşê Nû (Newey Niwê) Şasewar Ebdulwahîd jî serdana Tirkiyeyê kiriye û bi cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re civiyaye.
Di heman çarçoveyê de Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Mihemed Behadîn jî serdana Tirkiyeyê kiriye.
Li gorî liv û tevgera PDK’ê, Tevgera Nifşê Nû û Yekgirtûya Îslamî tê dîtin ku ji bo avakirina hikumek nû û bi daxwaza dewleta Tirk, hewldanên cidî hene. Tê dîtin ku dewleta Tirk dixwaze bêyî YNK’ê hikumetek nû ava bike, bi vê rejî plan û projeyên xwe yên ji bo Başûrê Kurdistanê hemûyan bigihîne encamekê.
Di van egeran de, ger hikumetek were avakirin jî, dewleta Tirk dixwaze bêyî YNK’ê ava bike. Lê hikumet hîn nehatiye avakirin û halî hazir ti egerek ya avakirinê jî nîne. Bêyî YNK avakirina hikumetê, wê bi xwere parçebûnê bîne û bibe sedem ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Başûr, taybet jî herêma Silêmaniyê zêdetir bike.
Geşedanên dawî yên li Suriyeyê bandorek mezin li ser Iraqê jî çêkiriye, rejîma Esed ket û niha li Iraqê jî tirsa vegera DAIŞ’ê heye. Lê ya herî metirsîdar jî hebûna çeteyên û baregehên dewleta Tirk yên li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Divan egerane de dibe ku çirûska agirê Suriyeyê bigihîje Iraq û hîn jî Hikumeta Herêma Kurdistanê nehatibe avakirin. Wê demê jî ji xwe pêwîstî bi avakirina hikumetek namîne, ji ber ku nediyare wê statûya Herêma Kurdistanê bimîne yan na.
Çavkanî: Rojnews