Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Başaran: Rewşa Guven krîtîk e

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkildarî rewşa Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rewşa Guven di xetereyê de ye

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP û parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran, têkildarî rewşa hevseroka KCD û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 64 roj in di greva birçîna bêdem û bêdorveger de ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Başaran diyar kir ku rewşa Guven ku ji 8’ê mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, krîtîk e û wiha got: “Guven ji ber rewşa xwe ya giran di hefteyên dawîn de nikare derkeve hevdîtina parêzerên xwe. Nebza Guven di navbera 55-60 lê dide û tansiyona wî jî di navbera 5-7 e.”

Di berdewamê de destnîşan kir ku Guven êdî nikare avê jî vexwe û wiha domand: “Leyla Guven nêzî 15 kîloyan li xwe kêm kiriye û bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Tena serê xwe nikare bimeşe, li hemberî deng û ronahiyê hesasiyeta wê çêbûye. Di heman demê de ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê di 27’ê mijdarê de li girtîgehan grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin û çalakî belav dibe. Heta îro herî kêm 171 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Desthilatdariya heyî hay ji rewşa Guven û ya ji girtîgehan heye lê heta niha tu gav neavêtine. Heke rewşeke neyînî pêk were berpirsyar hikûmeta AKP’ê ye.”

Her wiha Başaran bang li raya giştî, saziyên navneteweyî, saziyên hiqûq û mafên mirovan û saziyên civakî kir ku bila têkevin nav hewldanan û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar