Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pazar - 9 Mart 2025

‘Başûr ji bo rojnamegeran bûye herêmeke metirsîdar’

Di 19’ê hezîranê de dewleta tirk a dagirker gundê Sîda ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Duhokê bi dijwarî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de komkujiyek pêk hat û 5 ciwan şehîd bûn. Piştî wê PDK’ê dest bi girtina rojnameger û welatiyan kir.

Di 27’ê jezîranê de Asayîşa PDK’ê li Komelgeha Sîrê ya girêdayî Şêladizê bi ser mala rojnameger Qehreman Şukrî Zeynedîn de girtin û ew binçavkirin. Aqûbeta rojnamegeran Qehreman hê jî nayê zanîn. Tevî gelek rêxistinên mafê mirov û parastina rojnamegeran banga berdana rojnameger Qehreman Şukrî kirin jî, heya niha ne ku nehatiye berdan, nayê zanîn ka Qehreman li ku ye û di çi rewşekê de ye.

Rojnamegerên navçeya Soranê ya girêdayî Hewlêrê, li ser binçavkirina rojnamegeran axivîn.

Rojnameger Yunis Hemed diyar kir ku saziyên ragihandin û rojnameger, nikarin serbixwe kar bikin û destê xwe bigihînin çavkaniyên agahiyan û weke sedem jî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku desthilatdar naxwaze rastiya bûyerê weke xwe bigihêje welatiyan. Desthilata kurdî guh nade yasaya karê rojnamegerî û mafê bi destxistina zanyariyan. Rojnamegeran binçav dikin, ev jî bûye sedem ku başûrê Kurdistanê, ji bo rojnamegeran bibe herêmek ne aram.”

Li gorî rojnameger Ebdo Rustayî jî tu pirsgirêkek ji bo rojnamegerên ji bo saziyên desthilatê kar dikin çênabe, lê rojnamegerên ku dengê gel digihînin, pirsgirêkên mezin ji wan re çêdibin.

Rustayî bal kişand ser binçavkirina rojnameger Qehreman Şukrî jî û wiha got; “Binçavkirina rojnameger Qehreman Şukrî, peywendiya xwe bi pirsgirêka siyasî ve heye. Ji be vê jî doza wî nabin dadgehê.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar