Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

Bavê Efe: Wesayîta polîsan kurê min û TOMA bavê min kuşt

Cenazeyê Efe Tektekîn ê 6 salî polîsan bi wesayîta zirxî lê qeliband û kuştin li Goristana Yenîkoyê ya Amedê defin kirin. Bavê Efe Ahmet Tektekîn, li ser gora kurê xwe axivî û wiha got: “Polisan li pêş çava kurê min qetil kir. Salek berê jî polîsan bi TOMA bavê min kuştin.”

Di 11 mehê de polîsan bi wesayîta zirxî li Kolana Emekê ya taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezana Amedê zarokê 6 salî Efe Tektekîn heciqandin û bi giranî birîndar kiribû. Efe rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Lê şevê din jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Efe piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî anîn Goristana Yenîkoyê û piştî wecîbeyên olî defin kirin.

Dema cenaze ji morga Nexweşxaneya dewletê girtin Bav Ahmet Tektekin, bertek nîşanî polîsên ku bi wesayîta zirxî kurê wî kuşt da û wiha got: “Wesayîta polîsan li pêş çavan kurê min qetil kirin. Kurê min 6 salî bû. Ne mêş û morî bû. Çi karê wesayîta zirxî li wir heye. Polîsan çawa kurê min li wir nedît. Salek barê jî wesayîta TOMA li lebeya sor a trafîqê nesekinî û bavê min qetil kirin.”

Xizmên Tektekîn jî bertek nîşan dan û gotin: “Hem dikujin û hem jî bêdeng dikin. Polîsan şahidê bûyerê yê wêne kişandin binçav kirin.”

ÎHD’a Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da û wiha got: “Di 10 salên dawî de di encama qezayên wesayîtên zirxî de li herêmê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber kesên bersûc nayên cezakirin bi wesayîtên zirxî mirovan qetil dikin.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku kalikê Efe Tektekîn Mehmet Tektekin (85) jî di 6’ê Hezîrana 2018’an de maşîna TOMA lê qelibandibû û kuştibû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar