Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

Bawer Efrîn: Heta tola şehîdan hilînin wê ev berxwedan bidome

Şervanê HSD’ê Bawer Efrîndiyar kir ku şervan û gel li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke bêhempa nîşan didin û got: “Dewleta Tirk a xwe dispêre hêza xwe ya teknîkî, di rojên destpêkê yên êrîşan de xwest îrada me bişikîne. Lê belê îrada me ji hêza teknîkî ya dewleta Tirk mezintir e. Heta ku tola şehîdên xwe hilînin em ê di berxwedana xwe de bi israr bin."

Şervanên HSD,YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke bêhempa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê diparêzin. Şervanê HSD’ê Bawer Efrîn ê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de cih digire, derbarê şerê heyî de axivî. Bawer Efrîn diyar kir ku 2 meh in şervanên HSD/YPJ’ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke bêhempa raber dikin û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîşê me û gelê me dike û dixwaze qirkirinê pêk bîne. Hevrêyên me yên şehîd bersiv dan van êrîşan û berxwedan mezin kirin. Ji ber berdêlên ku şehîdên me dane berxwedana Tişrînê ew çend dirêj dewam kir. Bêguman me berdêlên mezin dan, hevrêyên me yên hêja şehîd bûn, lê ev nayê wê wateyê ku îradeya me wê were şikandin. Piştî her hevrêyek me yê şehîd û birîndar, em têkoşîna xwe bi rengekî hîn xurtir didomînin. Bi taybetî gelê me bi ruhekî fedaî destekê dide hêza parastinê û şervanên xwe.

Dewleta Tirk bi balafir, tank û obusên xwe re êrîş dike û dixwaze îrada gelê me bişikîne. Dixwaze gel bide koçkirin. Tevî van hemû êrîşan jî gel dest ji îrada xwe bernade û xwedî li şervanên xwe derket. Em heta niha li Tişrînê bûn, berxwedana me dewam dike. Heta dawiyê wê bidome. Dewleta Tirk a xwe dispêre hêza xwe ya teknîkî, di rojên destpêkê yên êrîşan de xwest îrada me bişikîne. Lê belê îrada me ji hêza teknîkî ya dewleta Tirk mezintir e. Felsefeyeke me heye, bîrdoziyeke me heye û li ser vê bingehê em têdikoşin û em ê heta dawiyê têbikoşin. Heta ku tola şehîdên xwe hilînin em ê di berxwedana xwe ya li dijî dijmin de bi israr bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar