Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Bayindir: Karê me yê sereke şikandina tecrîdê ye

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku karê wan ê sereke şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Em ê îro jî, sibe jî têkoşîna xwe mezin bikin.”

Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirina ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) li Wanê kongreya xwe ya yekemîn a awarte li hev civand.

Bi sedan kes tev li kongreyê bûn ku yek ji wan jî Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bû.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir li kongreyê axivî û destnîşan kir ku dem êdî dema kurdan e.

Bayindir plana têkbirinê ya dewleta tirk di sala 2014’an de xiste meriyetê bi bîr xist û got ku ev proje li hemberî têkoşîna azadiyê ya kurd têk çû û ev tişt anî ziman: “Li Bakur desthilatdariya AKP-MHP’ê têk çû, tenê tiştek di destê wan de maye, ew jî polîtîkayên li dijî girtiyan e. Li dijî Birêz Ocalan tecrîdeke giran tê ferzkirin. Lê belê her proje û plana wan têk çû. Gelê kurd rastiya têkoşînê ji zindana Amedê wergirt. Gelê kurd xwedî li Birêz Ocalan derket û wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê dewam bike. Karê me yê sereke jî şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Îro jî, sibe jî em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Piştî axaftinan bi lîsteyekê hilbijartin hat kirin û Hanim Kaya û Bûrhan Demîr bûn hevserokên komeleyê. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar