Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Bedran Çiya Kurd bersiv da îdiaya ‘nexşerêya Rûsyayê’

Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî îdiaya nexşerêya ku qaşo Rûsyayê pêşkeşî Rêveberiya Xweser kiriye axivî û wiha got: “Hewldanên Rûsyayê yên ji bo diyaloga rasterast a di navbera me û Şamê de hene. Lê heta niha jî ev hewldan negihiştîne encamekî baş.”

Gelek dezgehên çapemeniyê duh îdia kirin ku Rûsyayê di çarçoveya navbeynkariya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê de, nexşerêyeke ku ji duh xalan pêk dihat, pêşkeşî Rêveberiya Xweser kiriye. Têkildarî mijarê cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd ji ANHA’yê re axivî û agahiyên girîng dan.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku ji destpêka gefên dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, Rûsya bi roleke avakirin û aktîfkirina diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyeyê rabû û ev agahî dan: “Rûsya niha jî di vê çarçoveyê de dixebite. Di vê çarçoveyê de di navbera me û Rûsyayê de û di navbera Rûsya û rejîmê de gelek civîn hatin kirin. Gelek tişt bi her du aliyan re nîqaş kirin.”

Hewldanên Rûsyayê didomin

Di berdewamê de jî Çiya Kurd ev tişt anî ziman: “Hewldanên Rûsyayê heta niha jî didomin. Dixwaze di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de bingeha diyalogeke siyasî ava bike. Lê ji bo ku di navbera me û rejîma Sûriyeyê de diyalogên raste rast pêk bên, heta niha jî ev hewldan negihiştîne encamekî baş.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar