Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....

Perşembe - 13 Mart 2025

Bedran Çiya Kurd: Lihevkirineke niştimanî çêbû

Bedran Çiya Kurd dosyayên girîng ên di peymana dawîn a li gel desthilata Şamê de aşkere kir û got: “Di navbera Sûriyeyiyan de lihevkirineke niştimanî çêbû.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal dosyayên girîng ên ku di civîna duh a fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şarî de hatin gotûbêjkirin, aşkere kir.

Bedran Çiya Kurd wiha nivîsî: “Îro li Şamê civîneke girîng û dîrokî bi ruhê berpirsyariya nîştimanî ya Sûriyeyî hate lidarxistin, bi armanca dîtina çareseriyan ji bo arîşeyên li Sûriyeyê ku dibe ku rê li ber pêşketina gelek dosyayan veke.

Di civînê de me bûyerên li beravên Sûriyeyê û girîngiya rawestandina tawanên li wê derê tên kirin û her wiha bidawîkirina hemû êriş û operasyonên leşkerî li nav axa Sûriyeyê gotûbêj kirin. Pirsgirêka Kurd jî wek pirseke niştimanî ya Sûriyeyê hate gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku şandeke hevbeş a Kurdî bi serkirdayetiya Sûriyeyê ya demkî re diyalogê bike û bi kûrahî gotûbêj bike.

Her wiha mijarên bingehîn ên girêdayî Rêveberiya Xweser û saziyên wê, mijara hêzên leşkerî û ewlehiyê û çawaniya tevlêkirina wan di nava saziyên nîştimanî yên Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin. Me li hev kir ku dan û standinên berfireh bi rêya komîteyên taybet berdewam bin, di heman demê de mekanîzmayên karê saziyên serwer bi hemahengî li gel Şamê jî dê berdewam bin, li gorî taybetmendiyên saziyên xwecih bi awayekî ku îradeya civakên xwecih di birêvebirina kar û barên wan de û nûnertiya daxwazên wan diyar bike.

Her wiha me rewşa penaber û koçberên Sûriyeyî gotûbêj kir û tekezî li ser vegera xelkê Efrînê û Serêkaniyê kir. Hate tekezkirin ku rêveberiya demkî ya Şamê dê ji bo vegereke ewle tedbîrên taybet bigire û piştre dê rayedarên pêwendîdar der barê encaman de bêne agahdarkirin.

Li ber van gotûbêjan, dûrî destwerdana derve di navbera Sûriyeyiyan de lihevkirineke nîştimanî çêbû. Dê ev rêkeftin di proseya siyasî de wê ji bo diyalogeke berfireh û beşdariyeke berfireh re bibe destpêkek. Hate tekezkirin ku divê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vê pêvajoya nîştimanî bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar