Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 13 Ağustos 2025

‘Bênavber em ê xwedî li Ocalan derkevin’

Navenda Nûçeyan |

Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî derbarê çalakiyên 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî daxuyanî da.

Înîsiyatîf Roja Azadiya Cîhanî ya Ocalan bi bîr xist û wiha got: “10’ê Cotmehê di serî de kurdistanî li hemû cîhanî gel bi daxwaza azadiya Ocalan derketin kuçeyan û bi dirûşmeyan gotin, ‘A niha, ji Ocalan re azadî.’”

Bi berdewamî hate gotin ku li Amerîka, Japonya, Ewropa, Ewûstralya, Kanada, Afrîka û çar parçeyên Kurdistanê bi sed hezaran kes ji bo ’10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ derketine kuçeyan, kuçeyan bi pankat û dirûşmên ji bo Ocalan xemilandine û wiha diyar kir: “Hemû dostên ku li dora dirûşma ‘Dema azadkirina Abdullah Ocalan e’ hatine cem hev, bi pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meş, mitîng û gelek çalakiyên renginyên dengê xwe gihandine Îmraliyê.”

Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî çi kesê ku 10’ê Cotmehê derketin kuçe û kolanan û xwedî li Ocalan derket, malavayî kir û wiha domand: “Bi baweriya heta ku ‘Rêzdar Ocalan azad bibe’ , em bang dikin ev xwedîderketina bi coş were domandin. Ocalan ne tenê deng û hêviya kurdan e, her wiha ji bo bi milyonan kesên çewisandî jî deng û hêvî ye. 10’ê Cotmehê êdî weke roja ku azadiya Ocalan hatiye ragihandin derbasî dîrokê bûye. Bi vê wesîleyê Rêzdar Ocalan û hemû hevalên ku li Îmraliyê berxwedana xwe didomîne em slav dikin.”

Her wiha înîsiyatîf daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku Rêber Apo azad bibe em kurd û dostên kurdan em ê hewlesta xwe ya biryardar bidomînin. Em Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî bang li her kesî dikin ku vê xwedîderketinê bi çalakiyên cihê û rengîn bidomînin. Xwedîderketina li Rêber Apo paratsina azadî û dahatuya me ye. Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan tê kirin têkoşîna ji bo azadiya me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar