Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Bendava AKP-MHP’ê dîroka 6 hezar salan dixe xetereyê

DSÎ’yê di navbera bajarokê Qesrîk û navçeya Cizîrê de dest bi çêkirina bendaveke nû kir. Bi çêkirina bendavê re peyker û pira dîrokî ya 6 hezar salan a bajarokê Qasrikê dê di bin avê de bimîne. Parêzer Fadil Tay bang li welatiyên Qesrîkê kir û xwest serî li baroyê bidin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide xweza, bîr û dîroka bakurê Kurdistanê bi bendavan tune bike. Piştî li ber çavê cîhanê mîrateya çandî ya mirovahiyê Heskîf di bin bendavê de hişt niha dixwaze dîroka Şirnexê tune bike. Yek ji cihên dîrokî yê dibin bendavê de bimîne peykerê Bûk û Zava yê li ser kevirekî li ser çemê Dîcleyê hatiye çêkirine. Li gorî hin lêkolînan di dema Gutiyan de hatiye çêkirin. Desthilata faşîst hewl dide bi destê Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) vê dîrokê mîna Heskîfê dibinê avê de bihêle.
DSÎ heta niha li ser çemê Dîcleyê dest bi bendava 10’emîn kir. Saziya DSÎ ya dewletê heta niha li ser çemê Dîcleyê 9 bendav çêkirin. Bendava 10’emîn jî tê plankirin ku di navbera bajaroka Qesrîk a Şirnexê û gundê Misûriyê ya navçeya Cizîrê bê çêkirin. Bendava ku di 24’ê gulana 2013’an de xistin îhaleyê. Lê ji ber lihevnekirinê taloq kirin. Bendava ku Wezarata Çandinî û Daristanê û Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) projeya pê amade kir, di 29’ê nîsana 2019’an de ji aliyê ÇED’ê ve hat erêkirin. Li cihê ku baraj bê çêkirin çend meh berê xebat destpê kir.

Endamê Komîsyona Ekolojiyê yê Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay li ser qirkirina xwezayê û çpkirina bendavê ji nûçegihanê Ajansa Welat Mahmut Altintaş re axivî. Parêzer Tay ê ku ji bo batalkirina bendavê di nava hewldanan de ye, anî ziman ku bi çêkirina bendavê re pirsgirêka avê wê derbikeve û dîrok dê di bin avê de bimîne. Fadil Tay bang li welatiyan kir ku ji bo batalkirina bendavê serî li baroyê bidin û ew jî bikarin doza batal kirina bendavê vêbikin.

Fadil Tay di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qîrkirina xwezaya Şirnexê. Fatil Tay, anî ziman ku bi birîna daran, lêgerîna madenan û bendavan ve xwezaya Şirnexe tê talan kirin. Fadil Tay da zanîn ku talankirina xwezayê ji bo tenduristiya welatiyan xetereyan derdixîne û ev tişt gotin: “Weke Komîsyona Ekolojî ya Baroya Şirnexê ew 4 sal in li dijî qirkirina xwezayê hewldan û xebatên me hene. Di sala 2022’yan de me sûcên darbirînê tomar kirin û serî li dozgeriya Şirnexê da. Bi sed hezaran dar li Cûdî, Gabar û herêma Bestayê hatinê birîn û birîna daran hê jî berdewam e. Li dijî vê yekê me 4 caran giliya sûc kir. 2 caran jî derbarê Midûriyeta Bajêr a Daristanan û Walitiya Şirnexê de doz vêkir. Her wiha derbarê darbirîna li Elkê de jî me 12’ê tîrmehê de li dijî jî Midûriyeta Bajêr a Daristanan de giliyê sûc kiribû. Lê dozgeriyê serîledana me piştî 4 mehan bersivand û îdîaya “Dar li gorî hiqûqê hatine birîn” kir. Dozgeriyê, biryara “Hewce nake derheqê îdiayên Baroya Şirnexê û saziyên cemaweriyê yên navê wan tê gotin de lêpirsîn were destpêkirin” da. Em ê jî li dijî vê biryarê îtîraz bikin. Ji aliyekî ve xwezaya me bi birîna daran ji aliyê din vê ji bi kana madenan ve tê talan kirin. Nêzî 260 destûra ÇEDê ji bo madenan hatiyê dayin. Navenda Şirnexê, Elkê, Qileban û Silopiyayê bi lêgerîna madenan xweza tê talan kirin. 3 heftê berê raporek li ser xwezayê hat wêşandin. Li gor van raporan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bajarê herî qirêj ê 3’yemîn Şirnexê. Sedema ve yekê jî kana komir û maden in. Ew maden û kana kumiran dibe sedema nexweşiyên penceşêrê.

Fadil Tay tekildarî bendava ku di navbera bajarokê Qesrîk û navçeya Cizîrê de tê çêkirin jî anî ziman ku bi çêkirina bendavê re dîrokek wê di bin avê de bimîne û wiha xetereyên bendavê vêgot: “Bajarokê Qesrîk ku xwedî dîrokeke kevnar ê tê xwestin bendav bê çêkirin. Heke li wir bendav bê çêkirin dîrok û bîra civakê ya bi hezar salan wê di bin avê de bimîne. Li dijî bendava Qesrîkê jî serîledan û hewldanên me berdewam dikin. Divê gelê me yê li Qesrîkê jî werin serîledana me bikin ku em bikarin dozê vêbikin. Bendav bi erêkirina rapora ÇED’ê bê çêkirin. Ji bo ku em bikarin doza betalkirina ÇED’ê vebikin divê gelê me yê li Qesrîkê serî lî me bidin û em ji li ser serîledana wan bikarin vê dozê vebikin. Ji bo ji aliyê hiqûqî ve ji me re astengiyan dernexînin divê gelê me yê Qesrîkê ji me re vêkaletê derxînin ku em jî bikarin dozê vêbikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Fadil Tay diyar kir ku rapora erê kirina ÇED’ê li dijî hiqûqê ye û ew ê jî ji bo batal kirina bendavê ji aliye hiqûqî ve di nava hewldanan de bin. Fadil Tay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Raporên ÇED’ê ku ji bo Şirnexê tên dayin li dijî hiqûqîne. Taybet jî dema em li bendava Qesrîkê dinerin ji aliyê hiqûqî vê ji bo erê kirina ÇED’ê divê fikra welatiyên herêmê bê girtin û cihe ku bendav tê çêkirin jî bê lêkolinkirin. Yanî ew der cihekî dîrokiyê ji bo wê jî divê biryara erê kirinê ya ÇED’ê ji aliyê hiqûqî ve nehata dayin. Lê haya welatiyan jî vê bendavê tune ye. Ji ber wê jî bê hiqûqiyê. Ji bo wê jî em ê li ser vê yekê doz vêbikin û bendavê bidin sekinandin. Her wiha bi çêkirina bendavê re pirsgirêka avê jî wê derkeve. başûrê Kurdistanê jî ji çemê Dîcle sûd digire. Ji bo wê ji pirsgirêka avê wê derbikeve. Şêniyên başûrê Kurdistanê ji wê pirsgirêka avê bikşînin. Her wiha ji aliyê ekosîstemê ve jî qirkirineke mezin e. Cardin jî bendav wê bibe sedema xeniqîna welatiyan jî. Yanî ji her alî vê zerareke mezin wê bide herême.”

Fadil Tay bi lêv kir ku li dijî talan kirina xwezayê û çêkirina bendavê divê hemû saziyên ekolojiyê rabin ser pêyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mijara ekolojiyê tenê wê derdora ku rû bi rû dimînin alaqadar nakê. Hemû civakê eleqadar dike. Ji ber ku qirkirineke xwezayî ya li vir wê bandor li ekosîsteme bike û ew jî wê li ser hemû welatiyan bandor bike. Divê hemû saziyên ekolojiyê li dijî qirkirina xwezayê bi bertek bin. Taybet jî ji bo dîrokeke di bin avê de nemîne û bendava Qesrîkê bê sekinandin rabin ser piyan. Li dijî qirkirina xwezayê divê hemû kes di nava hewldanan de bin. Taybet ji gelê me yê li Şirnexê dijî jî xwedî heşmendî be. Mafê xwe biparêze û li dijî qirkirina xwezaya ser axa wan derbikevin.”

Bendav dîroka 6 hezar salan dixe xeterê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar