Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Berê zarokên xwe bidin zimanê kurdî

Gelek saziyan ji bo Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ku kurdî li her deverê were axaftin

Navenda Nûçeyan

Kurd Pen, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (MYD), Komeleya Wêjekarên Kurd (KED), Komeleya Med û Birca Belek bi hev re daxuyanî dan.

Heman sazî ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê wê 19’ê sibatê li Amedê werin cem hev.

Di daxuyaniya hevpar de zimanzan Alî Kerîm Huseîn axivî û got kurdî li cografyaya Rojhilata Navîn yek ji zimanê herî dêrîn e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ,”Heke perwerdeya bi zimanê zikmakî bibe wê kurdî bibe yek ji zimanê herî pêşketî. Mirov dikare di kurdî de li rabirduya zimanên cîhanê bigere.”

Di daxuyaniyê de bang li dê û bavan jî hat kirin ku berê zarokên xwe bidin qursên kurd û xebatên çandî.

Her wiha hat xwestin ku ne tenê li nav malê li hemû qad û xebatên nav jiyanê bi kurdî were axaftin, rojname û kovarên kurdî werin şopandin, li ser înternetê jî malperên kurdî were xwedin.

Di daxuyaniyê de hat gotin divê kurd bikaribin bi azadî zimanê xwe bi kar bînin û ji bo astengiyên li pêş kurdî werin rakirin têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar