Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Berhema ‘Bêyî Pêjna Te’ ya Rizoyê Xerzî derket

Pirtûka helbestan ‘Bêyî Pêjna Te’ ya helbestvan Rizoyê Xerzî ji Weşanxaneya Belkî derket û li pirtûkxaneyên kurdî li ber destê xwîneran. Pirtûk ji derdora 70 helbestî pêk tê lê mirov dikare bêje ku helbesteke ji 70 paragrafî pêk tê. Ji ber mijara van helbestan tevan jiyana bê azadî ye. Sernavê helbestan hemû ‘Bêyî te’ ye û pirtûk ji 96 rûpelan pêk tê.

Ev berhema Xerzî ya sêyemîn e. Pirtûka wî ya ewil bi navê ‘Dema Çavên Te’ di sala 2001’ê de li paytexta Sûriye Şamê derdikeve û berhema wî ya duyemîn jî bi navê ‘Dilê Min Ne Dîn e’ di sala 2011’an de ji Weşanxaneya Aramê ya li Amedê der diçe.

Xerzî destnîşan kir ku mijara helbestên wî li ser ‘jiyana bê azadî ye’ hatine nivîsandin.

Xerzî spasiya kesên keda wan derbas bûye kir û wiha got: “Luqman Ehmed ku wêneyên hundirê pirtûkê xêz kirine, Xefûr Husên ji bo wêneyê bergê, rojnamevan Felat Niştîman bo radaksiyonê û nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan û Weşanxaneya Belkî ji bo çapkirinê… Destê we sax be delalno û hêvî dikim ku bibe peşkek ji bo sermestiya hestên we…”

Xerzî di helbestekê de wiha dibêje:

“Bêyî te

Gelekî hêsan e

Mirov ji xwediyê cangoriyekî re bêje

Bila serê we sax be

Gelekî hêsan e

Mirov ji nexweşekî bi êşa giran re bêje derbasî be

Lê tenê xwediyê êşê bi êşa dil û kezeba xwe

Û tama zilindarê ya di qirka xwe de dizane

Oxir be berxê bavê min oxir be…”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar