Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Beriya destpêkirina Meşa Demokrasiyê avahiya HDP’ê hat dorpêçkirin

STENBOL |

Beriya ku HDP li Edîrne û Colemêrgê dest bi Meşa Demokrasiyê bike, polîsan avahiya HDP’ê ya Stenbolê dorpêç kirin. Beriya ku HDP ji Colemêrg û Edîrne ber bi Enqereyê ve dest bi meşê bikin zext û dorpêça li ser HDP’ê zêde bûn. Li aliyekî Walîtiya Colemêrg û Edîrneyê biryara qedexeya ketin û derketina bajar dan, li aliyê din jî polîs avahiyên HDP’ê dorpêç dikin. Îro jî polîsan avahiya HDP’ê ya Stenbolê ya li navçeya Beyogluyê dorpêç kirin. Polîsan li hemû kolanên ku diçin avahiya HDP’ê nokteyên kontrolê danîn û TOMA û akrep li serê kuçeyan bicih kirin.

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elif Bulut bertek nîşanî dorpêçê da û wiha got: “Polîsan diyar kirin ku bi hinceta ‘Daxuyaniya çapemeniyê’ hatine. Me ji polîsan re got ku tu daxuyanî tune ye. Li gel ku me got daxuyanî tune jî polîs ji kolana HDP’ê neçûn. Avahiya HDP’ê niha dorpêç kirine. Li serê kuçe û kolanan hêzên çevîk rawestandine û li kolanên din jî maşîneyên zirxî û polîs rawestiyane. Beriya Meşa Demokrasiyê dixwazin girseya me çavtirsanî bikin û xebatên me asteng bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar