Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Nisan 2025

Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû

Beriya Newroza ku dê di 23’yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê were lidarxistin, li Stenbolê agirê Newrozê dê li gelek navçeyên wê were vêxistin û ji navçeyan dê 500 wesayît welatiyan veguhêzin qadên Newrozê.

Amadekariyên Newroza Stenbolê ku dê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were lidarxistin, didomin. Pîrozbahiya Newrozê dê di 23’yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê were lidarxistin. Pîrozbahî dê saet di 10.00’ê de dest pê bike û heta saet 18.00’ê bidome. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat û Grup Praksîs derkevin ser dikê.

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel, Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk dê di pîrozbahiyê de biaxivin.

Bi vê boneyê li her navçeyê komîsyonên amadekariyan hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de derdoa 150 hezar belavok hatin amadekirin û dest bi belavkirina wan hate krin. 100 jê bi Kurdî bi giştî 400 pankartên kolanan hatin amadekirin. Her wiha 400 reklamên bîlboardan hatin kirin.

Gelek rêxistinên civaka sivîl û sazî hatin vexwendin. Ji bo ku di roja Newrozê de gel veguhêzin qada Newrozê, 500 wesayît hatine amadekirin. Heta 23’yê Adarê dê li gelek navçeyên Stenbolê agirê Newrozê were vêxistin.

Serlêdanên rojnamegeran ên ji bo akredîtasyonê jî dest pê kirin. Rojnameger divê heta 20’ê Adarê roja pêncşemê saet 14.00’ê serlêdana akredîteyê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar