Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Berpirsiyartiyê xwe pêk bînin

TEV-DEM′ê bang li NY, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê li rewşa Efrîna dagirkirî werdin û dawî li wehşet, karesat û metirsiya tirkan a li ser xaka Sûriyeyê bînin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser komkujiya li dijî malbteke ji Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji hêla çeteyên dewleta tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Efrîna dagirkirî di rewşên mirovî yên kirêt, karesat û metirsiyeke mezin û jiyana li gel dewleta tirk a dagirker û çeteyan re derbas dibe. Sûcên li Efrînê pêk tên, nîşaneya rewşa xeternak e, dewleta tirk a dagirker berpirsa vê yekê ye.

Em bang li NY′yê, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin, bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û şêniyên Efrînê ji komkujî û siyaseta qirkirinê biparêzin. Ji bo derxistina dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahî herêma Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê yên dagirkirî bixebitin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar