Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Bersiva wezîr ispat kir ku kurdî qedexe ye

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk, bersiv da pêşnûmepirsa parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş got ku di mijara zimanê zikmakî de xebat jî nikare bê kirin

Li Tirkiyeyê bi awayekî fîîlî zimanê kurdî qedexe ye û her roj mînakên vê derdikevin holê. Qeyûmên ku hatin ser şaredariyan xebatên ziman rawestandin, tabelayên bi kurdî guhertin û ev tenê çend mînak in. Heta hikûmeta AKP’ê li Japonyayê jî mudaxaleyî perwerdehiya kurdî kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş ji bo wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk bibersivîne pirsname amade kiribû. Taş bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî bi bîrxistibû û gotibû dikare li gel tirkî bi zimanê kurdî jî perwerdeyî were dayîn.

Her wiha Taş ev pirs jî kiribûn: “Ji bo pêkanîna mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di bin banê wezareta we de kîjan xebatên tên kirin? Wê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bikeve bin ewlehiya Destûra Bingehîn?”

Wezîr Ziya Selçûk wiha bersiv da pirsan: “Li saziyên perwerde û hînkirinê ji bo welatiyên tirk ji bilî tirkî tu ziman nikare weke zimanê wan ê zikmakî bê xwendin û hînkirin.”Di berdewamê de jî Selçûk gotiye ku di mijara perwerdeya zikmakî tu xebat jî nikare bê kirin. Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar