Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Bersûcê destdirêjiya zarok xwe bi AKP’ê parast

Yekemîn danişîna doza darizandina E.B ê girtî yê li Wanê destdirêjî zarokekê kiribû hat dîtin. Zaroka rastî destdirêjiyê hat di dadgehê de girî. Parêzerê ku ev yek îtîraz kir ji dadgehê hat derxistin

Yekemîn danişîna doza darizandina E.B ê girtî yê di marketa xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di meha Tîrmehê de destdirêjî zaroka 9 salî kir, hat dîtin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. E.B ê bi sûcdariya “Îstîsmara zayendî ya zarok” tê darizandin, bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê beşdarî danişînê bû. Parêzer û malbata zaroka 9 salî beşdarî danişînê bûn. Endamên Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) danişîn şopandin.

Parêzer ji salona danişînê hat derxistin 

Danişîn piştî tespîta nasnameyê dest pê kir. Zaroka ku bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, bi navbeynkariya pedagog tiştên jiyan vegotin û di dema vegotinê de giriya. Parêzera endama Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê, îtîrazî vê rewşê kir, lê dadgehê parêzer ji salona danişînê derxist.

Bersûc xwe bi AKP’ê  parast

Bersûc E.B. ê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû jî, di parastina xwe de wiha got: “Ez AKP’î me. Li dijî min komplo kirin. Ez rastî bêbextiyê hatim.”

‘Ez dest ji dozê bernedim’ 

Dûre dayika zaroka 9 salî O.L. mafê axaftinê girt û wiha got: “Ez gilîdarê E.B. me. Ez dest ji doza xwe bernadim.” Piştî şahid hatin guhdarkirin.

Dadgehê piştî guhdarkirina şahidan navber da danişînê. Dadgehê dûre biryar da ku girtina bersûc dewam bike û danişîn taloqî 21’ê Nîsanê kir. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar