Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Temmuz 2025

Berxwedana Dayikên Mexmûrê kete roja 26’an

Berxwedana Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ya li dijî ambargoya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê didome. Li dijî ambargoya 71 rojan, dayik ev 26 roj in bênavber li ber xwe didin û dibêjin ku heta ambargo bi dawî dibe jî dê li ber xwe bidin

Di 17’ê tîrmeha 2019’an berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê hate kuştin. Piştî bûyerê jî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ambargoya hikûmeta herêmê di roja 71’emîn de berdewam dike.

Rojane gelek nexweş dixwazin ji bo dermankirinê derbasî bajarên din ên başûrê Kurdistanê bibin lê ji ber ku hêzên asayîşa PDK’ê destûrê nadin, nexweş paşve vedigerin. Ji ber vê qedexeyê, rewşa gelek nexweşan di asteke krîtîk de ye. Her wiha welatiyên ku debara xwe bi karên li bajarên din ên Başûr dikin jî ji ber vê ambargoyê nikarin biçin ser karên xwe. Ji ber vê sedemê jî welatî nikarin debara xwe bikin.

Berxwedana dayikan

Li dijî ambargoya hikûmeta herêmê, Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li ber benda kontrolê ya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de ev 26 roj in bi şev û roj li ber xwe didin. Dayikên Aştiyê tevî şert û mercên zehmet jî dev ji çalakiya xwe bernadin û dibêjin ku heta ambargo bi dawî dibe dê bi çalakiya xwe bi israr bidomînin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar