Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Berxwedana dîrokî di roja 191’emîn de didome

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete roja 191’emîn. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz di roja 178’an de û ya koma yekemîn a li girtîgehan jî di roja 152’an de dewam dike. Çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn a li girtîgehan 18 roj û ya koma duyemîn jî 8 roj li pey xwe hişt

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven di roja 191’emîn de didome.

Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya Yagiz kete roja 178’an. Çalakiya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 152’yan de û ya koma yekemîn a girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di roja 153’yan de didome. Piştî koma yekemîn a girtiyan, di dîrokên cuda de bi sedan girtî ketin greva birçîbûnê û herî dawî jî ji 1’ê adarê ve bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê û çalakî didome.

Çalakiya parlamenteran a li Amedê

Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di vê çarçoveyê de Dag ji 3’yê adarê ve û Temel û Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî di 3’yê adarê de tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî Yildiz, Yaşar, Tekîn û Ozgezer li malên xwe çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiyên li malê

Li hêla din welatiyên ku di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre derketin jî çalakiya xwe li mala xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 131’an de, ya Gurbet Ektîren di roja 122’yan de, ya Mahsûn Şen a li Dêrik a Mêrdînê di roja 132’an de, ya Mûrat Aksîn a li Dêrikê di roja 64’an de, ya  Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 131’an de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 80’yan de, Naîme Çelîk jî li Rezana Amedê jî di roja 78’an de berdewam dike.

Çalakiya endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 118’emîn de û ya Herêm Mehmûd jî di roja 83’yan de didome.

Çalakiya rojiya mirinê

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Di 10’ê gulanê de jî koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Navê kesên di koma yekemîn a çalakiya rojiya mirinê de wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Ergîn Akhan, Enver Donmez, Ahmet Topkaya, A. Halûk Kaplan û Ferhat Tûrgay.”

Koma duyemîn a rojiya mirinê

Navê 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di koma duyemîn de dest bi rojiya mirinê kirin jî  wiha ne: “Li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadîn Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstafa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Sena Efe, Burhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdagê girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girtiyên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk.”

Çalakiyên canbexşane

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar li bajarê Krefeld ê Almanyayê di 20’ê sibatê de agir berda bedena xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û girtiyê siyasî Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar