Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Berxwedana gelan temînate îsqirara herêmê ye

Bi ketina rejîma Baas re dewleta Tirk a dagirker berê xwe de destkeftiyên Şoreşa Rojava yên li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê. Di vê rewşa ku çavê herkesî li Şamê ye, deshilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê bi çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser dike. Di çarçovaya van êrîşan de ev demeke li herêma Tişrîn û Qereqozaqê şerekî giran heye. Êrîşên dagirkeriyê li himberî berxwedana destanî ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Yekîneyên Parastina Jin-YPJ’ê heya niha weke ku dixwestin bi encam nebûye. Lewma li herêmê rengê şer tê guhertin. Artêşa dewleta Tirk a dagirker êdî bi xwe dakatiye qadê û şer dike.

Bendava Tişrînê 30 kîlometre dikeve başûr-rojhilatê bajarê Minbicê. Piştî dagirkirina Minbicê dewleta Tirk û komên wê yên çete 8’ê Kanûnê berê xwe dan vê qada ku ji bo tevahiya herêmê xwedî girîngiyek mezin e. Ji bo Bendava Tişrînê dagir bikin hemû hêza xwe seferber kirin. Lê li berxwedana destanî ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPJ’ê qelibîn. Şervanan bi pêngava şehîd Ezîz Ereb hemû êrîş têk birin û derbên giran li çeteyan dan, didin. Pira Qereqozaqê jî 30 kîlometre li başûrê bajarê Kobanê ye. Ev pir bi rêya M4 ya bazirganiya navneteweyî Rojhilatê çemê Firatê bi Rojavayê wê bi hev re girê dide. Wek li Bendava Tişrînê ev der jî bûye keleha berxwedanê.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên biçek û bêmirov rojane êrîşan dibe ser van herdû herêmê stratejîk. Di van êrîşan de hemû pîvanên navneteweyî binpê dike û sûcê şer dike. Sivîlan dike hedef û komkujiyan pêk tîne. Çavsoriya dagirkeriya dewleta Tirk û tengaviya li himberî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jiyan dikin, bi dîmenên rojane ji aliyê QSD’ê ve tên weşandin diyar dibe. Di van dîmenên ku ji aliyê çapemeniya şerê taybet û psîkolojîk ya dewleta Tirk ve tên weşandin jî diyar dibe ku êdî esker û fermandarên artêşa Tirk bi xwe li qadêne û şer koordîne dikin.

Dema mirov bala xwe bide ser dîmen dibîne, ku ev dagirkerên rûyê wan girtî xwe ji kamerayan dûr dixin hemû endamê MÎT’ê û artêşa Tirk bi xwe ne. Artêşa Tirk ji xwe tevahî teknîka şer a NATO’yê di êrîşên li dijî herêma Tişrîn û Qereqozaqê de ji erd û ezman xistiye xizmeta van komên çete. Di dîmenên ku ji qatên tên parvekirin tê dîtin, ku artêşa Tirk hêzên xwe yên taybet di nava komên çete de bi cih kirine. Bi taybetî jî hatine hişyarkirin, ku rûyê wan girtî be û xwe nîşanî çapemeniyê nedin. Weke mînak Bînbaşiyê bi navê Bulent Albayrak yek ji van kesên rû girtî û cilê çeteyan li xwe kirîbû. Ew fermandarê hêzên taybet ên artêşa Tirk bû û di nava komên çete de hat kuştin. Bêguman gelek mînakê bi vî rengî hene ku hebûna artêşa Tirk ya li herêmê piştrast dike. Lê di vir de tişta girîng û em dixwazin balê bikşînin ser, bêdengiya hêzên navnetweyî ya li himberî vê dagirkeriyê ye.

Dewleta Tirk ya bi dagirkeriyê zirarek mezin dide herêmê bi her awayî li pêşiya îstiqrar û aramiya herêmê dibe astengiya herî mezin. Bi çeteyên xwînxwar ên ji çar aliyên cîhanê berhev kiriye ji bo herêm nebe xwedî îstiqrar çi ji destê wê tê dike. Tevî ku herêm kiriye navenda çeteyên hov bêyî ku şer bike derdikeve dibêje bila şervanên PKK’ê ji herêmê derkevin. Pêşî divê em vê bizanibin ger îro li herêmê tevî hemû êrîşan jî jiyanek aram heye ev bi saya PKK û şervanên wê yên qehreman e. Weke Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî gotî; PKK’ê ji bo parastina gel û herêmê  nêzî 2 hezar şehîd û ewqas jî birîndar dane û paşê ji wir vekişiya ye. Di rewşa heyî de heke hin birîndar, gazî û mirovên wê li wir hebin ev nayê wateya ku li wir PKK heye.

Diyare ku dewleta Tirk ji bo êrîşî herêmê bike û destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê tine bike ji bo xwe hinceta çêdike. Komên çete û çapemeniya Tirk, hewl dan ji rewşa li Til Rifet û Minbicê derketî holê serketinekê biafirînin. Lê bi qasî tê dîtin tiştekî welê nîne. Ji ber ku ev koma navê SMO lê kirine, talanker, diz û rantxur e. Nikare QSD’ê têk bibe, ew ne di asta QSD’ê de ye. Şer û berxwedana meha dawî ya li herêma Qereqozaq, Tişrîn û Dêr Hafirê vê yekê bi awayekî eşkere nîşan dide. Dewleta Tirk ya li himberî vê berxwedanê xetimîye bi piştgiriya teknîka şer a bejahî û hewayî ya da komên çete û hewl dide herêma Qereqozaq û Bendava Tişrînê dagir bike. Li wir dewleta Tirk şer dike, ew koordîne dike, bi rê ve dibe û plan dike.

Bêguman mirov nikare van êrîşan ji nîqaşên li ser Sûriya Nû û çarenûsa Rêveberiay Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê jî cûdatir bigire dest. Bi taybet ji bo pêşî li nîqaşên li ser projeya Neteweya Demokratîk bigrin dixwazin vê herêmê bi şer bidin mijûl kirin. Lê divê bê zanîn ku ji bo aştî û îstîqrara Sûriyeyê divê pergaleke xwe dispêre projeya Neteweya Demokratîk were avakirin. Ji bo paşeroja Kurdan di Sûriya nû de divê kongreya neteweyî ku tevahiya pêkhateyên civakê tîne gel hev were lidarxistin. Hewce ye Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din xwedî heman mafê gotinê bin. Heke ev modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, li tevahiya Sûriyeyê belav bibe, wê gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser bibin.

Di roja me ya îro de pêwîstiya Sûriyeyê ji şer wêdetir bi yekgirtinê heye. Lewma hemû hêzên ku dixwazin li herêmê aramî û aştî pêşbikeve divê pêşî qada hewayî ya Sûriyeyê ji bo Tirkiyê bigrin. Pêşî li êrîşan dewleta Tirk bigrin. Di şer û êrîşên bi salane ên dewleta Tirk de diyar bû ku ew nikare îradeya gelê herêmê têk bibe. Nikare gel teslîm bigre û nikare bi ser bikeve. Divê hêzen navneteweyî jî vê rastiyê bibînin û li gorî wê dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîn. Pişgiriyê bidin yekgirtina gelan û pêşxistina projaye aştî û demokratiyê.

Nûçeyên Têkildar