Li dijî Bendava Tişrînê li aliyekê êrîşên pir dijwar hene, li aliyekî jî berxwedana gel û şervanan heye. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi armanca herêmê dagir bikin rojane êrîşî derdora Bendav û gundên herêmê dikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî van êrîşên bi teknîk û desteka dewleta Tirk pêk tên bi îrade mezin têdikoşin û li ber xwe didin.
Bi ketina rejîma Baas re dewleta Tirk a dagirker û çeteweyên wê jî li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kirin. Di vê çarçoveyê de ev zêdetirî 45 roj in li dijî Bendava Tiştrînê êrîşên dijwar hene. Bi van êrîşan ve girêdayî derdora bendavê rojane ji aliyê artêşa Tirk ve bi çekên giran tên topbarankirin. Balafirên şer û balafirên biçek û bêmirov ên ên dewleta Tirk di her firsete de li dijî herêmê êrîşan pêk tînin.
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû bi armanca xwedî li destkeftiyên Şoreşa Rojava derkevin û li dijî van êrîşên hovane piştgiriyê bidin şervanên li herêmê li ber xwe didin berê xwe dan bendava Tişrînê. Xwedî derketina gel a li şervan û destkeftiyên Şoreşê mirov dikare di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de binirxîne. Gel ji xwe ji vî şerî cûda nabîne û dizane ev şer wê qedera wan û herêmê diyar bike. Lewma tevî hemû êrîşan bi îradeyek xurt kom bi kom berê xwe dan Bendava Tişrîne.
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca çavê gel bitirsîne, îradeya wan têk bibe, di warê psîkolojîk de bandorê li ser şarvanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çêke bi zanebûn û plankirî êrîşî xelkê sivîl kir. Çapemeniya Azad gelek caran dîmenên van êrîşên hovane bi raya giştî re parvekir û rûyê reş ê dewleta Tirk a dagirker aşkere kir. Di dîmanan de pir aşkere tê dîtin ku dewleta Tirk sûcê şer dike. Ev êrîşên li dijî xelkê sivîl bi awayekî aşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Lê dewleta Tirk van peymanan û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ev li gorî Peymana Cinewreyê û qeydên hiqûqa navneteweyî divê dewleta Tirk ji ber van sûcên xwe yên şer di qada navneteweyî de bê darizandin. Lê, ji ber ku berjewendiyên hêzên navneteweyî ketiye pêşiya hiqûqa gerdûnî îro ev sûcên tên kirin jî bê ceza dimînin.
Li himberî van êrîşên hovane pir aşkereye ku di qada navneteweyî de bêdengiyek mezin heye. Helwesta gelê herêmê ya ber bi Bendava Tişrînê çûyîn û dest bi nobêde kirin li dijî vê bêdengiya heyî rexneyek herî xurt û di cîh de ye. Gel xwedî li îradeya xwe derketiye. Ev asta têgihîştin û zanebûnê ya Şoreşa Rojava di civakê de daye avakirin e. Gel xwe ji şerê li herêmê pêş dikev cûda nagre dest û di zane ku her pêşketeinên li qadê pêk tên yekser bandorê lê dike qedara wê diyar dike. Ev helwesta gel di dagirkeran û êrîşkaran de nerehetiyek mezin de avakirin. Bi taybat di dewlata Tirk a ku ji bo gel ji Şoreşê dûr bixe her tiştî dike, aciziyek mezin daye avakirin.
Dewlewa Tirk a ku tevê êrîşên xwe jî nikare pêşî li vê xwedî derkatinê bigre bi xwe dakatiye qadê û dest bi êrîşên dike. Yek ji sedemên êrîşên li ser Bendava Tişrînê pêk tên jî ev e. Dewleta Tirk di borbebaranên li ser Tişrînê de bi zanebûn gel dike hedef. Armanc gel ji vê têkoşînê durxistine. Raste di van êrîşên nemirovî û bêexlaqî de gelek wendayin mezin çêbûn. Gelek kesayetên leheng şehîd bûn. Zarok bê dê û bav man. Yek ji van kesan jî hunermendê navdar Cûma Xelîl bi nasnav Bavê Teyar bû.
Bavê Teyar kesayetekî ku her dem bi hêza hunerê bawer dikir. Di temenê xwe yê dirêj de gelek caran bi hunara xwe helwesta xwe dida nîşandan. Xwedî seknek şoreşger û malbatek welatparêz bû. Ew yek ji şahidê zîndî yê Berxwedana Kobanê bû. Wî jî xwe li van erişên hovane yên dewleta Tirk negirt û berê xwe da Bendava Tişrînê. Li Bendavê beriya ku şehîd bikeve bi çend kêliya ji kamerayên Çapemeniya Azad re axivî û gotibû, “em ji we natirsin, berdêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin.” Ev gotina Bavê Teyar di hişê bi milyonan kesî de cîh girt. Ev helwesta wî bû rêya rast ya li dijî dagirkeran. Bavê Teyar bi vê gotina xwe helwesta gelê Kurd, helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da. Ew hunermendekî werek û dilsozê axa xwe bû.
Bêguman ne tenê Bavê Teyar hemû di vê berxwedana dîrokî de şehîd bûn xwedî seknek şoreşgerî û wêrek bûn. Gelê Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bi xwedîderketina li van şehîdan helwesta xwe nîşandan. Êdî pir aşkereye ku gel rastiya xwe dizane. Di ferqa lîstikên li ser tên lîstin de ye. Lewma xelkê herêmê bi girseyî li Berxwedana Bendava Şehîdan xwedî derdikeve. Ev berxwedan wê di dîroka Şoreşa Rojava de bibe Kobana duyemîn. Bandor û destkeftiyên vê berxwedanê jî wê bibe temînata yekîtî, hevgirtin, xwedîderketin û parastina xelkê herêmê.
Li himberî van êrîşên hovane ên dewleta Tirk ku bi armanca têk birina Şoreşa Rojava pêk tîne, divê ne tenê xelkê herêmê hemû gelên azadîxwaz, demokrat û enternasyonalîst jî xwedî helwest bin. Çawa ku Şoreşa Rojava di nava tarîtiyê de bû ronahî, li dijî zilmê bû hêviya azadiyê, wê li himberî van êrîşên ku tinekirinê li ser ferz dike jî bibe hêza herî xurt ya yekgirtina gelan. Şoreşa ku bi keda şehîdan gihîşt vê astê wê bi serkeftinê vê berxwedana dîrokî ya li Bendava Şehîdan tacîdar bike.