Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

Berxwedana li dijî qeyûman 40 roj li pey xwe hişt

Di roja 40’emîn de jî li Wanê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta AKP-MHP’ê êdî nikare pêvajoyê birêve bibe

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxa îsal de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê , di 17’ê îlonê de tayînî Şaredariya Pasûr a Amedê û di 18’ê îlonê de jî tayînî Şaredariya Qereyazi ya Erziromê kir. Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya Nobeda Demokrasiyê dabû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de di roja 40’emîn de jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, Mensur Işik, Erol Katircioglu, Nûran Îmîr, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, hevşaredarên navçeyên Wanê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan, li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê ya Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin.

‘AKP-MHP êdî nikarin pêvajoyê birêve bibin’

Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Erol Katircioglu axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê nikare pêvajoyê birêve bibe. Katircioglu da zanîn ku divê pirsgirêkên heyî ne bi tundî û zextê, divê bi rêyên demokratîk bên çareserkirin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên ‘Bêdeng nemîne, ger tu bêdeng bimînî dê dor bê te’,’Bijî berxwedana Wanê’ û ’Hevserokatî xeta me ya mor e’ bi dawî bû. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar