Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Berxwedana Rûmetê di roja 8’an de ye: 4 gund hatin rizgarkirin

Şervanên HSD’ê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şevê din li sê eniyên Serêkaniyê derbên giran li hêzên dagirker dan û gelemperiya êrîşan têk birin. Di heman demê de şervanan gundên Menacîr, Lelan, Amrî û Ehrezê ji çeteyan rizgar kirin

Berxwedana Rûmetê ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li hemberî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê di roja 8’emîn de didome. Şervanên HSD’ê di serî de li Serêkaniyê, li eniyên Girê Spî, Kobanê û Minbicê derbên giran li hêzên dagirker didin.

Hêzên dagirker şevê din ji aliyên rojava, bakur û rojhilat ve bi tevlêbûna bi hezaran çete û leşkeran, tank, top, balafirên şer û keşfê êrîşeke dijwar li dijî Serêkaniyê pêk anîn. Li hemberî vê êrîşê jî şervanên HSD’ê berxwedaneke dîrokî nîşan dan û êrîş têk birin. Di şer û pevçûnên ku heta serê sibehê dom kirin de şervanan derbên giran li dagirkeran dan û gelek leşker û çete hatin kuştin. Li Serêkaniyê şer li eniyên rojava û rojhilat hê jî berdewam dike.

4 gund hatin rizgarkirin

Hat zanîn ku şervanan şevê din li gundên Menacîr, Lelan, Amrî û Ehrez ên di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de rêzeçalakî pêk anîn û gund ji dagirkeran paqij kirin. Şevê din komên çeteyan xwestin careke din bikevin gundê Alya yê Til Temirê. Lê li ser bersivên tund ên şervanan, dagirkeran derbên giran xwarin û reviyan.

Xwestin têkiliya Hesekê û Til Temirê qur bikin

Di heman demê de hêzên dagirker hewl dan ku pêwendiya Hesekê û navçeya Til Temirê qut bikin lê belê şervanên HSD’ê li wê derê jî bersiv dan hêzên dagirker. Şer heta serê sibehê dewam kir û derbên giran li  çeteyan hatin xistin. Êrîşa çeteyan a li vê eniyê jî hate şikandin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar