Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê parastina Sûriyeyê ye

Li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şerekî giran li hemberî planên dewleta Tirk ên dagirkirina tevahî axa Sûriyeyê tê kirin. HSD li van eniyan şerê parastina yekitiya xaka Sûriyeyê dike.

18ˈê Kanûnê anku piştî 60 salan ji serdestiya rejîma Baasê ya ku zilm û despotîzm li dijî pêkhateyên Sûriyeyê pêk dianî û welat veguherand qada şerekî herêmî û navneteweyî, Sûriye derbasî qonaxa nû bû.

Gelê Sûriyeyê qedandina serdema tarî pîroz dike, lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide sûdê ji mijûlbûna Sûriyeyê bi çûna Esed wergire û xeyalên xwe yên pêkanîna Mîsaqî Millî ya kontrolkirina bakurê Sûriyeyê û vegerandina Osmaniyan bi cih bîne.

Plana Tirkiyeyê ya Mîsaqî Millî, li Helebê derket pêş. Dema çekdarên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) derbasî Helebê bûn, ala Tirkiyeyê li ser keleha Helebê hat hildan. Di wê demê de rayedarên dewleta Tirk li parlamentoyê got “Me ayaleta 82’an îlhaq kir”, her wiha anî ziman ku Heleb jî mîna Stenbolê ye, tu ferq û cudahî di navbera her du bajaran de nîn e.

Di demekê de ku li herêmên Sûriyeyê aramiyeke baldar heye, dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirkirin û îlhaqê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Hemwextî êrişan jî rayedarên Tirk hevdîtinan li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin û xwe wek wasiyê Sûriyeyê nîşan didin. Rayedaran di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ew amade ne artêşa nû ya Sûriyeyê perwerde bikin, projeyên enerjiyê yên hevbeş pêk bînin û sînorê deryayî diyar bikin. Dewleta Tirk bi van hewldanan dixwaze dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê rewa nîşan bide û hikumeta nû bixe bin baskê xwe.

Li bakurê Sûriyeyê, bi taybetî li Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî li hember planên Osmaniya Nû yên ku gefan li yekitiya axa Sûriyeyê dixwin, tê meşandin.

Piştî dagirkirina Minbicê di 10ˈê Kanûna 2024ˈan de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berê xwe da Bendava Tişrînê (30 km li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê ye). Bendava Tişrînê ku duyemîn mezintirîn bendava Sûriyeyê ye, nêzî 2 milyar metrekab avê depo dike, av û kehrebeyê dide Minbic, Kobanê û herêmên din.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ku ji 20 rojan ve, tevî êrişên bejahî 280 êrişên hewayî pêk anîne, nikarin derbasî wan gundan bibin ku HSDˈê veguhartina xeta yekemîn a parastinê ya bendavê.

Şervanên YPJ û Meclisa Leşkerî ya Minbicê di hefteyên dawîn de derbên giran li komên çete xistin. Li gorî aghaiyên ku fermandarên leşkerî dane, di berxwedana li bendavê û gundên derdora wê de bi kêmanî 400 çete hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Şeravnan nehiştin çete û artêşa Tirk bighêjin Bendava Tişrînê, li ser vê yekê Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku wan bendav kontrol kiriye. Navenda Ragihandinê ya HSDˈê jî bi wêne û dîmenan ev îdia derewand.

Eniya Bendava Tişrînê xeta yekemîn a parastina herêmên Tebqa û Reqayê ye. Lewre dewleta Tirk bi dagirkirina bendavê hewl dide herdu herêman dagir bike.

Pira Qereqozaqê ku 30 km li başûrê bajarê Kobanê ye, rojhilatê çemê Firatê bi rojavayê wê ve girê dide. HSDˈê di çend hefteyên dawîn de berxwedaneke dîrokî li pirê raber dike. Şerê li Pira Qereqozaqê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirkerkirina Kobanê û derbasbûna aliyê rojhilatê Firatê veguhertiye kelehekê.

Dewleta Tirk a dagirker ya ku di sala 2015ˈan de gora Silêman Şah veguhastibû nêzî Pira Qereqozaqê, xwest hêzên xwe li derdora gorê belav bike. HSDˈê çend caran ragihand ku ew li gorî rêgezên navneteweyî gorê veguhêze Tirkiye. Lê dewleta Tirk xwest baregeheke leşkerî li vî cihê ava bike. HSDˈê ev daxwaz red kir.

Tevî gefan û belavbûna hêzên leşkerî yên dagirker li derdora Kobanê, êrişên li ser Pira Qereqozaqê û û gundên derdora wê nesekinîne. Di dîmenên ku HSDˈê belav kiribûn de diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker baregeheke leşkerî li girên derdora pirê (aliyê rojavayê çem) ava dike.

Bi navbeynkariya DYAˈyê agirbest di navbera HSDˈê û dewleta Tirk a dagirker hat ragihandin, lê dewleta Tirk agirbest binpêkir û êrişên xwe didomîne.

Berxwedana Kobanê ya sala 2014ˈan a li dijî DAIŞˈê, planên dagirkirina bakurê Sûriyeyê yên dewleta Tirk têk bir. Di heman demê de hevkariya di navbera Koalîsyona Navneteweyî û HSDˈê ya li dijî DAIŞˈê plana Tirkiye-DAIŞ ya dagirkirina Sûriyeyê pûç kir. Ji ber vê yekê jî kîna dewleta Tirk a li hemberî sembola Kurdistan û cîhan an ku Kobanê zêde bû. Lewra rêya dagirkirina Kobanê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser tevahî hewldanan dike da ku Mîsaqî Millî ya dagirkirina bakurê Sûriyeyê û Iraqê bi cih bîne.
Xistina balafira Bayraktar a dewleta Tirk a dagirker di roja ewil a sala nû de ji aliyê HSDˈê ve û beriya wê xistina 2 balafirên din li derdora Pira Qereqozaqê, dîsa jî êrişên hewayî yên li dijî baregehên çete û dagirkeran nîşan dide ku cenga HSDˈê ya li hemberî dagirkeriyê hêsan nîn e wekî ku dewleta Tirk texmîn dike.

Çavkanî: ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar