Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Berxwedêrê rojiya mirinê: Êdî tu qîmeta gotinê tune

Berxwedêrê rojiya mirinê Ahmet Topkaya yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di rojiya mirinê deye, ev pema ji raya giştî re şand: “Êdî tu qîmeta gotinê tune. Ev berxwerdan û vîn dê tecrîdê bişkîne.”

Li 4 girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê, 15 girtiyên di greva birçîbûnê debûn, li dijî bêdengiya hikumetê, dewletê û raya giştî çalakiya xwe pêngavek din mezin kirin û di 30’ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin.

Girtî Ahmet Topkaya yê ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê debû û ji 30’ê Nîsanê ve jî dest bi çalakiya rojiya mirinê kir, bi rêya malbata xwe peyam ji raya giştî re şand. Topkaya di peyama şand de wiha got: “Rewşa me ya tenduristiyê başe û em bi moralin. Divê gel ji bo vê berxwedanê deng derxîne û xwedî derkeve. Êdî tu qîmeta gotinê tune. Ev çalakî ne ji bêçareseriyê ye. Berevajî, em di serdemek herî bi xurt dene. Ev berxwerdan û vîn dê tecrîdê bişkîne

Topkaya dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de yên xwestin li Gebze, Qoser û Amedê çalakiya nobetê pêk bînin û rastî êrîşan hatin, silav kirin û ev bang kir: “Em tu wateyê nadin bêdengiya ciwan û mirovan. Divê gelê me cihê xwe li gel dayîkên li ber xwe didin, bigirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar