Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Berzencî: Serdema heyî yekitiya neteweyî ferz dike

Nivîskar Mihemed Salih Berzencî da zanîn ku sedema raperîna gelê Şêladizê, bêdengiya hikûmeta Başûr û Iraqê ya li hemberî dagirkeriyê bû. Berzencî got ku di serdemeke wiha girîng de pêwîstî bi yekitiya neteweyî ya gelê kurd heye

Nivîskar û rojnamevan Mihemed Salih Berzencî têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistan û Iraqê axivî. Berzencî da zanîn ku li dijî êrîş û dagirkeriyê çeka herî bihêz, yekitiya neteweyî ya gelê kurd e.

Mihemed Berzencî di serî de sedema bê helwestiya hikûmetên başûrê Kurdistanê û Iraqê ya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk weke bi ‘peywendiyên aborî’ destnîşan kir û wiha dom kir: “Gelek şirketên Tirkiyeyê li Iraq û herêmê hene. Ev jî yek sedemên bêdengiya li dijî binpêkirinên dewleta tirk e. Rejîma Tirkiyeyê dijminê herî mezin ê gelê kurd e. Ev dijminahî tiştekî nû nîne.”

Sedema raperînê

Berzencî diyar kir ku di dîrokê de her tim tirkan êrîşî kurdan kiriye û wiha pê de çû: “Osmaniyan û Ataturk jî li ser kurdan gelek komkujî kirin. Niha serokatiya heman sîstemê Erdogan dubare dike. Erdogan dixwaze dewleta osmanî zindî bike. Hikûmeta Başûr û Iraqê li dijî dagirkeriyê bêdeng ma. Vê jî di nava gel de bêhizûrî çê kir. Ji bo vê ciwanên Şêladizê rabûn ser piyan û li dijî baregehên Tirkiyeyê raperîn kirin.”

Helwesta partiyên kurd

Herî dawî jî Berzencî ev tişt destnîşan kir: “Rewşa ku niha Kurdistan tê de ye, pêwîstiya xwe bi yekitiya neteweyî ya gelê kurd heye. Ger ku partiyên kurd yekitiya xwe ava bikin, dê Tirkiye nekare êrîşî me bike. Lê mixabin her partiyek li pey berjewendiyên xwe ketiye û hewl didin Kurdistanê parçe bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar