Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Bêyî Ocalan ne aştî û ne jî aramî pêkan e’

Parlamenter Kemal Pekoz anî ziman ku bandora tecrîda li ser Ocalan hem li ser geşedanên li Tirkiyeyê û hem jî li yên Rojhilata Navîn hene. Pekoz diyar kir ku bêyî Ocalan nepêkane ku li Tirkiyeyê aramî û aştî pêk bê û xwest ku tecrîd rabe

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re duh cara 14’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’yê gulanê de, di 12’ê hezîranê de, di 18’ê hezîranê de û herî dawî jî di 7’ê tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kirin. Ji 7’ê tebaxê ve jî serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê nayê bersivandin. Serlêdana malbatan jî bi hinceta cezayê disiplînê yê sê mehan tê redkirin.

Têkildarî mijarê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Edeneyê Kemal Pekoz axivî. Pekoz di serî de bi bîr xist ku bi grevên birçîbûnê re tecrîd hatibû şikandin û wiha got: “Lê hikûmeta ku nekarî di hilbijartinê de dengê kurdan îstîsmar bike, dîsa serî li tecrîdê da. Ne rast e ku mirov bibêje bi tenê li ser Ocalan tecrîd heye. Gelek encamên tecrîdê hene û hem li Tirkiyeyê û  hem jî li Rojhilata Navîn mirov dikare van encaman bibîne. Bi peyamên rêzdar Ocalan re li Tirkiyeyê alozî kêm dibe û ev jî bandorê li aboriyê û jiyana civakî dike. Rêya ku AKP û MHP’ê tê de ye bi xêra aramiya civakê nîne.”

‘Ji hesabdayînê ditirsin’

Di berdewamê de jî Pekoz bi lêv kir ku heke gav bên avêtin û sozên hatine dayîn werin bicihanîn dê aramiyeke mezin çêbibe û wiha domand: “Desthilatdariyê ewqas sûc û tiştên derqanûnî kirine ku sibe ji desthilatdariyê bikevin dê ji bo wan bibe rîskekî mezin. Hewl didin vê hesabdayînê taloq bikin.”

Rakirina tecrîdê

Parlamenter Kemal Pekoz herî dawî jî wiha got: “Hikumeta AKP û MHP’ê jî dizanin ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re mafê Ocalan e. Rêzdar Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Bandora wî li ser Ewropa, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê heye. Bêyî Ocalan ne aştî û ne jî aramî pêkane. Divê zemînek were avakirin ku ew karibe têkiliyê bi gel re deyne. Ji bo vê jî divê tecrîd bi dawî bibe.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar