Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

​​​​​​​Bi alîkariya ‘Insur’ li Efrînê mêtingeheke din çêkirin

Dewleta tirk a dagirker li nêzî navenda bajarê Efrînê bi piştgirî û fînanseya ‘Komeleya Alîkarî û Pêşvebirinê ya Navneteweyî "Insur" ku ew jî komeleyeke çeteyên Îxwanî ne li Efrîna dagirkirî mêtingeheke din ava kir.

Dewleta tirk a dagirker bi piştgirî û fînanseya komeleyên Îxwanî avakirina mêtingehan li gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî dewam dike.

Qaşo “Meclisa Herêmî” ya girêdayî dewleta tirk a dagirker doh li nêzî navenda bajarê Efrînê bi navê gundê “Emel 2” mêtingehek vekir. Mêtingeha nû bi piştgirî û fînanseya Komeleya Alîkarî û Pêşvebirinê ya Navneteweyî “Insur” hatiye avakirin.

Di mêtingeha nû de 500 xanî hene.

Dewleta dagirker di sala 2021`an de jî li gundê Kefer Kelbên ê Ezazê yê li bakûrê Helebê ji bo bicihkirina malbatên çeteyan mêtingehek bi navê “Erd El Emel” çêkiribû. Ew mêtingeh bi piştgiriya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyeyê “AFAD” û ‘Insur’ê hatibû avakirin.

Di 15’ê mijdara 2018’an de çêkirina mêtingehan dest pê kir, wê demê li başûrê Efrînê mêtingehek bi navê “Qeriya Şamiyê” ya li gorî nave çeteyên “Cebhe Şamiyê” hat çêkirin.

Dewleta dagirker di 5 salên dagirkeriyê de zêdetirî 25 mêtingeh li Efrînê çêkirin. Dewleta dagirker bi wê yekê hewl dide demografiya herêmê biguherîne û wê ji axa Sûriyeyê qut bike, bi wê jî plana vegerandina sînorên Mîsaqî Millî pêk bîne.

Gelo ew xayîn û xwefiroşên bi dijminê gelê kurd re tevdigerin wê heta kengî xwe li ser xwîna gelê kurd bidin jiyankirin?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar