Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Bi çêkirina qereqolan cih û warê gel dagir dikin

Niştecihên gundê Hespîtê yê Hezexê bertek nîşanî çêkirina qereqolê dan û diyar kirin ku bi çêkirina qereqolê re hewşên malên wan dagir dikin. Niştecihan anî ziman ku ew naxwazin li nêzî wan qereqol bê çêkirin.

Desthilatdara faşîst a AKP-MHP’ê li bajarên bakurê Kurdistanê di bin navê ewlehiyê de qereqolan çûdike û hejmara qereqolan her diçe zêdetir dike. Ev qereqolên tên çêkirin parçeyeke polîtîkayên şerê taybet e û jiyana niştecihan dixe xetereyê û bi vê re xwezayê jî wêran dike. Mînaka herî ber biçav qetilkirina Ceylan Onkol e. Ceylan Onkol a ku di 28’ê îlona 2009’an de li mezraya Xanbaz a Licê ya Amedê bi topên hewanê yên ji qereqola artêşa tirk hatibû avêtin, jiyana xwe ji dest dabû.

Li bajarên ku herî zêde bi çêkirina qerekolan tê zanîn Şirnex e. Li gundê Hespît ê Hezex a Şirnexê çêkirina qereqolê hat destpêkirin û welatiyên herêmê bertek nîşan dan. Çêkirina qerekola ku di 29’ê gulanê de dest pê kirin, qada ku hewşên gel lê ne dagir kir. Welatiyan ji leşkeran re diyar kirin ku ew çêkirina qerekolê naxwazin û bersiva ‘Ev biryara walitiyê ye, tiştekî di destê me de tuneye’ girtin.

Der barê mijarê de ji gundiyan Muhammed Abdullah Nas axivî û got hewşa mala birayê wî bi awayekî bê dagirkirin, navberê de 5 metre heye qerekol hatiye avakirin. Muhammed da zanîn ku 10 donim erd ji bo çêkirina qereqolê dane leşkeran lê got ew vê qebûl nakin.  Muhammed diyar kir ku tevî hemû bertekan  çêkirina qereqolê didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar