Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Bi dehhezaran kes herikîn qada Newrozê ya Stenbolê

Tevî hemû astengiyan jî bi dehhezaran welatî li Stenbolê di herikin qada Newrozê. Li qada Newrozê welatî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz dikin

Bi tevlêbûna dehhezaran welatiyan û gelek partiyên siyasî, li Qada Pazar a Bakirkoy a Stenbolê şahiya pîrozbahiyê tê lidarxistin. Newroza îsal bi dirûşma ‘Teqez em ê bi ser bikevin û tecridê bişikînin’ tê pîrozkirin. Di saetên serê sibê de gelê Stenbolê bi cilên xwe yên herêmî û neteweyî daketin kolanan û berê xwe dan qada Newrozê. Bi dehhezaran welatî piştî lêgerînên li noqteyên polîsan, daketin qadê.

Komên ku piştî lêgerîna polîsan derbasî qadê bûn nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û dirûşmên ‘Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişikînin’ berz kirin. Welatiyên ku rêya Încîrlî ya metrobus û metroyê bi kar anîn,  bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwadana zindanan’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ daketin qadê.

Ciwanek hat binçavkirin

Polîsen ku li 3 noqteyan lêgerînê dikin, destûr nadin ku welatî pankart, dowîz û amûrên cuda derbasî qadê bikin. Ciwanekî ku tîşortê Zulkuf Gezen ê ji bo bidawîkirina tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, li xwe kiribû xwest têkeve qadê. Lê polîsan bi hinceta tîşortê wêneyê Zulkuf Gezen û nivîsa ‘Em ê tecrîdê bişikînin Zulkuf Gezen’ li ser e, ciwan binçav kir.

Qad bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ olan da

Lê tevî hemû astengiyan jî ji 7 salî heta 70’ê salî bi dehhezaran kes derbasî qadê bûn û bi cilên xwe yên kesk, sor, zer, spî û rengên cuda qad xemilandin. Ji niha de bi hezaran li dora def û zirneyan govend gerandine û Newrozê pîroz dikin. Welatiyên ku ala HDP’ê li ba dikin qad geş kirin. Li ser dika Newrozê jî pankarta mezin a ‘Newroz pîroz be’ hat daliqandin. Qad bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ olan dide.

Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar