Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Bi dengê Awazê Çiya ‘Gûrbetellî’

Navenda Nûçeyan |

Koma Awazê Çiya berhema xwe ya nû, ya bi navê ‘Gûrbetellî’ belav kir.

Ev stran û klîpa nû ya koma muzîkê ya gerîla, îro li ser Med Muzîk TV û portalên dîjîtal hate belavkirin.

Wekî piraniya berhemên wan ên hunerî, ev xebata nû jî hestên şoreşgerî û gelêrî digihînin hev.

Endamên komê diyar kirin ku bingeha muzîk û helbesta vê stranê ya ku bi zaravê dimilkî ye, beriya 19 salan, ji aliyê welatparêzekî (Xalis) li Çewligê ve hatibû danîn.

Der barê berhema ku ji bo bîranîna cangorî Gurbetellî Ersoz (Zeyneb) hate amadekirin, endamên komê wiha gotin: “Îro di kesayeta hevala Gûrbetellî de ji bo hemû xebatkar û şehîdên çapemeniyê, me xwest vê berhemê bi gel û guhdarvanên xwe re parve bikin. Em dibêjin û bawer dikin ku pênûs û çekê wan hevalên pîroz dê asoya me fireh bike û têkoşîna me bilindtir bike.”

Stran di salvegera 23’yemîn a yekem seredîtora ragihandina jin li tevayî Kurdistan û Tirkiyeyê, Gûrbetelli Ersoz hate belavkirin.

Endamên koma Awazê Çiya, di dawiya axaftina xwe de, ev hevok anîn ziman: “Bi vê boneyê, di kesayeta heval Gûrbetellî de, em hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin.”

Gotinên stranê jî wisa ne:

Kowqîl piyêr bî balişnê tiwa

Deşton û merg bî doşêk tiwa

Vora sipî lahêf tiwa

Şo kêynê ma tûr oxirbo

Gurbetellî Gurbetellî

Gurbetellî Gurbetellî

Qelemê ti biya xençerî

Gina sêr cigêr dişmenî

Ti sîmina ti zerdina

Ti melekê ezmonona

Ti sînayê sêr zerrona

Şo kêynê ma tûr oxirbo

Gurbetellî Gurbetellî

Gurbetellî Gurbetellî

Qelemê ti biya xençerî

Gina sêr cigêr dişmenî

Stranbêj : Awazê Çiya

Gotin û Muzîk: Xalis

Şîrove û Aranje: Awazê Çiya

Herêm: Çewlig

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar