Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Bi derfetên xwe salê nêzî 30 ton pirteqal diçînin

Cotkarê gundê Seyîd Xelîl Feqê Serdar Mihemed diyar kir ku li gundê wan salê nêzî 30 ton pirteqal tê çînin û xwestekek zêde li ser kirîna pirteqalên wan heye. Mihemed anî ziman ku hikûmet alîkariya bi wan re nake, vê yekê jî bargiranî li ser wan çêkiriye.

Gundê Seyîd Xelîl Feqê ya navçeya Germiyanê bi berhemên xwe yên çandiniyê navdare. Xaka wê ji bo çandiniyê destdaye û yek ji cûrên herî baş ên pirteqalan li vî gundî tê berhemanîn. Li gor gotina xelkê gund, salê nêzî 30 ton pirteqal li gundê wan tê çinîn. Li vî gundî sê cûrên pirteqalan hene, ji ber ti dermanên kîmyewî li nava baxên xwe de bikarnaynin, tamek xweş ya berhemên wê heye.

Serdar Mihemed xelkê gundê Seyîd Xelîl Feqê ye, ev 20 sale li gel bav û birayên xwe karê baxvaniyê li gundê xwe dike. Bi dirêjahiya salê baxên xwe av didin, ji ber di havînê de pileyên germahiyê zêde ne, neçar dibin hîn zêdetir baxên xwe av bidin. Serdar Mihemed di derbarê karê baxvaniyê de axivî û got: “Baxên me li gor baxên dikevin başûrê Iraqê berhemên wan kêmtire. Ji berku em gubreyên kîmyawî bikarnayînin. Ji ber vê çendê berhemên me yên pirteqal tama wê xweştire, lê berhemê wê kêmtire û hacmê wan ne mezinin. Ji berku deverên li başûrê Iraqê ne zêde sarin, lê pirteqalên gundê me li herêma Germiyanê navdarin.”

Di dewamê de Serdar Mihemed anî ziman ku pirteqalên ku li gundê wan çêdibin tamek wê ya xweş heye û du mehan ji beriya pirteqalên Iraqê çêdibin û wiha berdewam kir: “Di meha Îlonê de hîn kes tên xwarin heta meha Sibatê dimînin. Me dar xurme jî çandine ji bo ji dara pirteqalê re bibe sêber. Ji berku dara pirteqalê nabe tîrêjên rojê rasterast lêxin, divê sêberek li ser hebe.”

Serdar Mihemed destnîşan kir ku ew beşek ji berhemên xwe didin welatiyan, beşek jî xelk tên nava baxên wan dikirin û dibin bazarê difiroşin û wiha pêde çû: “Salane nêzî 30 ton berhemên pirteqal li gundê me tê çinîn. Li bazarê de heta pirteqalên gundê Seyîd Xelîl hebin, pirteqalên ti cihek din nakirin.”

Derbarê pirsa hikûmet çiqas bi cotyaran re dibe alîkar jî, Serdar Mihemed wiha axivî: “Hikûmetê ti alîkariyek bi baxvanên gundê me re nekiriye. Tenê Rêveberiya Çandiniyê ya Germiyanê destpêkê de ji bo çandinê şitil dane. Ji bilî wê hikûmetê ti xizmetek çandiniyê ji bo me nekiriye. Vê rewşê jî bargiraniyek zêde xistiye ser milên cotyar û xwediyên baxan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar