Rêxistina Jinên Ciwan Xeta Jinê ya Antalyayê kampanyaya ‘Ji bo berxwedanê bang’ a ku 10’ê Sibatê de da destpêkirin wê heta 8’ê Adarê bidome. Ji Xeta Jinê Îştar Keskîn derbarê xebatên kampanyayê de axiv. Îştar Keskîn bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet. Îştar Keskîn ji bo kampanya ku bi dirûşma ‘ji bo berxwedanê bang’ didome banga tevlibûnê li hemû jinan kir.
Îştar Keskîn li dijî zîhniyeta serdest a mêr banga têkoşînê li jinan kir û wiha vegot: “Helwesta jinên ciwan li hemberî zîhniyeta mêr a ku serweriya kapîtalîzmê dike, li cihê ku jin tên qetilkirin, komkujî û mêtingerî tên kirin, nasname tên paşguhkirin, zelal e. Xeta me xeta wan kesên ku dibêjin dev ji pergala serdest berdin û li pey heqîqetê bin e. Rastiyên hevalên me Rojîn Kabaiş, Zeren Ertaş û Gulîstan Doku, di polîtîkayên şerê taybet ên di şexsê jinên ciwan de, di tunehesibandina hebûna jinê de, di veşartina cinayetên jinan de û di derxistina wan de, xala dawî ya ku di şexsê jinên ciwan de hatiye meşandin, bi zelalî radixe ber çavan. Dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin em careke din destnîşan dikin ku ji bo jinan her roj azadbûna şert û mercên jiyanê ye û tenê di rojek wiha de hewldana xîtabî jinê şopên kûr ên koletiyê dihewîne.”
Îştar Keskîn axaftina xwe wiha domand: “Hêz û îradeya me û hebûna jinên ciwan di jiyanê de hebûna civaka azad dihewîne. Hebûna vîna me li her cihê ku têkoşîna me ya hebûnê heye. Weke Xeta Jine, bi hêza ku em ji kevneşopiya berxwedanê digirin, di 8’ê Adarê de em hemû jinan ji kampusan vedixwînin qadan. Em diyar dikin ku em li dijî hemû bawermendan, tinehesibandin, bomberdûman û qirkirinan in û bêyî van jî em bi hêviya jiyaneke azad.”
Îştar Keskîn, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de armac dikin ku bi hemû jinan re bên gel hev û rêxistinbûnê hedef bikin û got: “Di nava xwe de hemû jinên ku em dikarin li kampusê, li kolanan û li qadan xwe bigihînin hev. Bi dirûşmeya ‘Ji bo berxwedanê bang’ em hemû jinan vedixwînin qadan û diyar dikin ku çirûska jiyana azad a kevneşopiya me di xwe de dihewîne. 8’ê Adarê di aliyê yekitiya jinan de bû rastiyeke zelal û li hemberî zîhniyeta mêr bersiveke girseyî bû, ku nîşan da ku tenê di rojeke wiha de hewl tê dayin ku jin bên çareserkirin.”