Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Perşembe - 27 Şubat 2025

Bi govendên xwe pirrengiya herêmê rave dikin

Bi armanca parastina kelepur û naskirina çandên din hinek ji ciwanan di sala 2017`an de koma govendê ya bi navê Şehîd Sarya ava kirin.

Koma govendên foklorî ya Şehîd Sarya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya gundê Girbawî yê herêma Qamişloyê ye. Kom ji deh jinên ciwan ên ji gundê Girbawî pêk tê û temenên ciwanan di navbera 17 û 20`an de ne. Kom bi ruhê hevkarî û hezkirin tê naskirin, lewra jîrbûna xwe di nava şêniyên herêma Cizîrê de îsbat kirin.

Koma Şehîd Sarya bi rêya govendên foklorî hewldana pêşxistina çand û kelepûrê dike, girêdana di navbera parçeyên Kurdistanê xurtir dikin, piştgiriya karê çandî-komî dikin, kelepura dapîr û bapîran vediguhêzin nifşê nû. Rola şaristanî û afrîneriyê li herêmên bakurê Sûriyeyê diyar dikin û beşdarî xurtkirina tevgera çand û hunerê dibin.

Endamên komê her heftê carekê li navendên xwe yên Girbawî kom dibin û xwe perwerde dikin. Kom govendên xwe ji kelepura foklorî ya herêmên Kurdistanê hildibijêrin û li ser muzîkên mîraseyan pêşkêş dikin.

Endamên komê dema govendên xwe pêşkêş dikin, li gorî govenda dê pêşkêş bikin, cilên gelerî li ber xwe dikin. Govendên têne pêşkêşkirin ji herêmên Kurdistanê yên wekî; Amed, Botan, Riha, Samsûr, Mardîn, Dîlok, Gimgim, Koçer, Agirî, Colemêrg, Bedlîs, Wan, Qers, Zîz, Şengal, Meletî û Koçeratan in.

Kom di cejin û boneyên cuda de govendên xwe pêşkêş dikin, her wiha beşdarî gelek mîhrîcan û pêşbirkan bûne û hejmarek xelat û spasname wergirtine.

Têkildarî mijarê endama komê Rosîn Xelef axivî. Xelef diyar kir ku beriya ku kom were avakirin ew di koma ciwanên şoreşger de bûye û wiha got: “Paşê bi israr û lihevkirina di navbera ciwanan de me karî xwe birêxistin bikin û koma Şehîd Sarya ava bikin. Tişta balkêş ew e ku endamên komê hemû ciwanin û xwedî ruhekî hevaltî û hevkariyê ne. Lewma kar û xebata xwe serkeftî derbas dikin. Li ser vî esasî em bang li ciwanan dikin ku parastina çanda kurdî bikin û behreyên xwe geş bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar