Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Perşembe - 27 Şubat 2025

Bi helîkopteran avêtin ser gund û îşkence li kalê 78 salî kirin

Di 20’ê sibatê de Yekîneyên Tevgera Taybet (JOH) bi 7 helîkopteran avêtine ser gundê Nenyas ê Licêya Amedê û bi ser mala Yemlîhan Yildirimê 78 salî de girtine.

Leşker ji bo kurê malbatê Mehmet Yildirim ê tê îdiakirin bi “endamtiya rêxistinê” tê darizandin avêtine ser malê. Piştî leşker Mehmet Yildirim li malê nabînin, bi çekê gef dayik Zînnet Yildirim a 66 salî dixwin û bav Yemlîhan Yildirim ê 78 salî jî derb dikin.

Leşkeran di sala 2019’an d ejî avêtibû ser heman malê û piştî di 21’ê çile û 20’ê sibatê de jî diavêjin ser malê, malbat ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dide.

Bav Yildirim behsa wê rojê kir û ev tişt anî ziman: “Roja pêncşemê saet di 06.30’an de bi 7 helîkopteran avêtin ser gund. Leşker li dor xaniyê me hatibûn bicihkirin, saet di 7.30’an de derketin holê. Destpêkê gazî hevjîna min kirin û piştî hevjîna min çû gel wan gazî min jî kirin. Gotin, em ê têkevin hundir. Min jî destûr da. Ez li pêşiyê ew li paş min em ketin hundir. Min xwest pêlavên xwe derxin. Du leşkeran xwest derxe, lê fermandarê wan nehişt. Fermanda tevî pêlavan têkevin hundur. Ji ber postalên wan hundir tev bû herî.

Hê lêgerîn dewam dikir, fermandar ji min re got ‘Ma tu misilman î?’ Ez jî aciz bûm, min got ‘Ez ermenî me.’ Min jê pirsî, ‘Ma tu zanî misilmantî çi ye? Hela mêze bike bê te mala min xistiye çi halî. Ma ev misilmantî ye? Mala kê dibe bira bibe heqekî we yê wiha tuneye hûn wisa bikin.’ Gava min got, ‘wezîfeya xwe bikin, heqaretê li me nekin’, rabû şelmaqek avêt ser çavê min, şewqeya min ket erdê. Gava min hewl da rahêlim şewqeya xwe careke din li min da. Hê min digot, ‘Çima tu li min didî, ez di emrê bavê te de me. Ma tu şerm nakî?’ Pênc şelmaqên din jî li min xistin. Li malê ev tişt anîn serê me.

Kaya heywanên me belawela kirin. Min xwe aciz kir ka ji bo çi wiha dikin. Gef li min xwarin gotin, em ê te binçav bikin. Min jî got, heger sûcdar bim min bibin, bikujin, biavêjin zindanê. Ez ne ji zindanê ne jî ji mirinê ditirsim. Heqaretê li me nekin. Peywira we çi be wê bikin, heqaretê nekin. Kaya heywanên me belawela kirin. Ne digotin ka li çi digerin. Ji bo ev zilm bi dawî bibe, hatim min serî li ÎHD’ê da.

Hê lêgerîn dewam dikir, leşkerekî sê caran bi çekê li serê hevjîna min da û got ‘Ez ê te bikujim. Kurê te li ku ye? Ez ê vî xaniyî bişewitînim, ez ê kurê te bikujim.’ Hevjîna min extiyar e û nexweş e. Lê dîsa jî ev tişt anîn serê wê û heqaret lê kirin. Kurê min zewicandiye, 4 zarokên wî hene. Li cem min dimînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar