Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi pêşengiya DBP, DEM Partî û TJA’yê çalakî hat lidarxistin. Gel li parka Aştiyê kom bûn, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Tişrîn”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Ji ber ku cih di parkê de nema bi hezaran kes ên li derve man bi berzkirina dirûşmeyan li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn. Polîsan park dopêç kirin û têketina navendên karsaziyê girtin. Esnaf jî derketin ber dikanên xwe ê bi çepikan piştgirî dan çalakiyê, gel jî sirûda ‘Herne pêş’ gotin.
Gel bendên polîsan hilweşandin û polîs neçar ma ku paşve vekişin. Piştî hilweşandina bendan gel bi dirûşmeya “Berxwedan jiyane” xwe gihandin kolana navendê û bi hilgirtina pankart û dovîzan çalakiya xwe domandin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gel her roj li dijî komkujiya xwişk û birayên xwe li ber xwe dide û ev tişt anî ziman: “Sivîl, zarok, rojnameger, hunermend, jinên Kurd, dayikên Kurd hatin qetil kirin. Ev sûcê dijmirovî ye. Li biçin kuderê jî ev sûcê dijmirovî ye. Gelê Kurd wê berxwedana xwe bidomîne û li dijî sûcên dijmirovî têbikoşe. Divê were zanîn ku dilê bi hezaran, bi milyonan jin, ciwan ên Bakurê Kurdistanê ji bo gelê Rojava lê dide. Heta ku gelê Rojava statuya xwe bi dest bixin em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Peyama duh a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo me hemûyan pir girîng bû. Ev ji bo me firsendek dîrokî ye. Em ji Nisêbîn rbang dikin. Ev firsendek dîrokî ye. Birêz Ocalan vîna çareseriyê danî holê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza jiyana bi hev re û çareseriyê nîşan dide û ev ji bo herkesî derfetek girîng e.
Duh li Îmraliyê vîna çareseriyê derket pêş. Daxwaza vî gelî çareserî û jiyana bi hev re ye. Berpirsiyarê niha li ser milên we ye. Ev gel berpirsiyariya xwe ya azadî û jiyana bi hev re bi cih tîne. Ev gel ji bo aştiyê jî amade ye. Lê bizanin ku heta em azadiya xwe bi dest bixin ji têkoşîn û berxwedanê re amade ne. Gel wê xwedî li xwe û dîroka xwe derkeve. Heta azadî û yekîtiya xwe bi dest bixe wê têbikoşe.”
Piştî daxuyaniyê bi hezaran kes bi strana “Li Mêrdînê li Bagokê” meşa xwe bi dawî kirin.