Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cuma - 21 Şubat 2025

Bi hinceta ‘dermankirinê’ derxistin lê veguhestin girtîgeheke din

Rêveberiya Girtîgeha Jimar 2 ya Bunyan a Kayseriyê bi hinceta ‘Em ê we ji bo dermankirinê bibin nexweşxaneyê’, girtî Şeyhdavût Başkan û 4 hevalên wî ji girtîgehê derxistin. Lê li şûna ku girtiyan bibin nexweşxaneyê, veguhestin Girtîgeha Jimar 1 a Bunyan a Kayseriyê. Li dijî vê binpêkirinê, girtî ev 8 rojin di greva birçîbûnê de ne

Piştî ku grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûn, zext û zordariya li ser girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetir bûn. Di çarçoveya van zextan de li Girtîgeha Jimar 2 ya Bunyan a Kayseriyê girtiyê bi navê Şeyhdavût Başkan û 4 hevalên wî bi rêbazekî sosret ji girtîgeheke din re hatin veguhestin.

Girtî Şeyhdavût Başkan û 4 hevalên wî di 1’ê adarê de li dijî tecrîda ser Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û di 26’ê gulanê de jî li ser daxwaza Ocalan dawî li çalakiya xwe anîbûn. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye; ‘Em ê we ji bo dermankirinê bibin nexweşxaneyê.’ Girtiyên ku bi vê boneyê ji girtîgehê hatin derxistin li şûna nexweşxaneyê, veguhestin Girtîgeha Jimar 1 a Bunyan a Kayseriyê.

Ketine greva birçîbûnê

Têkildarî mijarê girtî Başkan duh bi rêya telefonê agahî dan malbata xwe. Der barê mijarê de bavê Başkan, Şeyhmûs Başkan axivî û ev agahî dan: “Kurê min got; ‘Ji bo şermezarkirina veguhestinê, ez û 4 hevalên xwe ev 8 roj in di greva birçîbûnê de ne.’ Kurê min ji ewil veguhestin Girtîgeha Edîrneyê û ji wir jî veguhezîn Girtîgeha Jimar 2 ya Bunyanê. Min ji ber van binpêkirina heta niha herî kêm 15 daxwazname ji wezareta dadê re şandine.”

‘Ji encamên neyînî wezaretê dadê berpirsyare’

Di dawiyê de jî bav Başkan ev tişt destnîşan kir: “Min bi destê xwe ji girtîgehê re daxwazname nivîsandin. Li şûna ku girtî bên dermankirin, dixin hucreyê. Dozger dibêje ku her tişt di destê wezareta dadê de ye. Ji min re got; ‘Ez ê daxwaznameya te ji wezaretê re bişînim.’ Rapora kurê min heye ku tê de tê gotin ku ji sedî 43 astengdare. Ji bo ku kurê min baş bibe divê cihê wî bê guherandin. Ji bo vê min serî li gelek deveran û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Ger ku tiştek bi serê kurê min were, berpirsiyar wezareta dadê ye. Ez ê dev ji wan bernedim. Pêwîst bike ez ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidim.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar