Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Bi hunera destan kevneşopiyê didomînin

Bi hunera destên xwe li aliyekê malan dixemilînin û reng didin pîrozbahiyan, li aliyekê jî kevneşopiyê didomînin.

Dikan demek dirêje hatiye vekirin û piranî wêneyên kesayetên navdar hatine xêzkirin û berhemên hunera zilaman dihat pêşandan. Lê ev salek dawiye ku jin jî tê de kar dikin û hunera destên xwe nîşan didin.

Li dikanê 2 jin kar dikin, lê çend jinên din jî li malên xwe berheman çêdikin û li dikanê didin pêşandan.

Di nava hunerên destan ên jinan de Şahmaran, kemerên cilên kurdî, bazinên destan, destmal, berhemên xemla malan, çenteyên milan û hwd. balê dikişînin.

 Yek ji jinên ku li hunera xwe pêşkêş dike Cîhan Xefûr a ji gundê Til Mensur ê girêdayî bajarê Hesekê ye. Cîhan a ku beşa hunerên destan xwendiye, ev 20 salin bi vî karî re mijûl dibe û berhemên xwe li gelek pêşengehan pêşkêş kirine. Demekê jî zarok fêrî çêkirina hunerên destan kirine.

Cîhan niha bi komek jinan re berhemên xwe çêdike û li dikanê pêşkêş dike. Cîhanê karê hunera destan ji zarokatiya xwe ve fêr bûye. Li gorî Cîhanê, di zarokatiya xwe de vê hunerê pir bala wê kişandiye, ji dayika xwe pirsî ye û ji mamosteyek Suryanî ev hûner fêr bûye. Cîhan dibêje ku gelekî ji karê xwe hes dike û dixwaze wekî parastina perçeyek çandê jî bidomîne.  Li gorî Cîhanê di rojên pîrozbahî û cejnên kurdî de, eleqeya jinan ji bo van berheman zêde dibe.

Jina ciwan a bi navê Hêvîn Hiso jî ev nêzî 5 meh e li vir hunera xwe pêşkêş dike. Huner destan gelekî bala Hêvînê jî kişandine, lewra biryara destpêkirina xebatê daye û li gel hevalên xwe yên li dikanê berheman derdixîne holê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar