Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Bi kenê xwe losemî têk bir

Kubra Çelîk ku 10 salan li hember nexweşîna losemiyê têkoşiya got: “Di dest min de tenê abûrek hebû, ew jî ken bû.”

Li Erziromê, Kubra Çelîk a 24 salî di sala 2009’an de li dibistanê ji şer hişê xwe diçe û wê dibin nexweşxaneyê. Bijîşk nimûneyên xwînê ji Çelîkê digirin û piştî lêkolînê derdikeve holê ku nexweşîna losemiyê li Çelîkê peyda bûye.

Lê malbat û bijîşk naxwazin Çelîk bi nexweşîna xwe bihese. Piştî demekê Çelîk nexweşîna xwe ji hevaleke xwe ya ku ji ber heman nexweşînê jiyana xwe ji dest dide hîn dibe. 10 salan tedawî dibe û ji derheqê losemiyê derdikeve û niha jî ji derdora xwe re behsa têkoşîna li hemberî losemiyê dike.

Çelîk bilêv kir ku tenê ne ji bo wê ji bo malbat û derdora wê jî losemî bibû cihê xemgîniyeke mezin, lê belê tam 10 salan li hemberî vê nexweşînê têdkoşiyaye û tu carî bêhêvî nebûye. Çelîk, got: “Xiyala min; jiyaneke bê maske û bê nexweşîn bû. Tu carî bêhêvî nebûm. Di vî şerî de di dest min de koza herî mezin ken bû.”

Çelîk diyar kir ku di dema nexweşînê de herî zêde dayika wê piştgirî dayê û got: “Bi wî serê xwe yê rût, bi wê maskeya le ber devê xwe li Erziromê geriyam. Carinan bi kesên digotin ‘Nexweşîna te pençeşêr e, wê zarokên me jî pê bikevin’ re rû bi rû dimam. Ji bo ez ji derheqê vê nexweşînê derkevim û bikenim tu carî min mahdê xw enekir û min kes tawanbar nekir. Her wiha ji bo kesên wisa digotin jî min tim dua dikir. Ji bo kes bi vê nexweşînê nekeve min tim dua dikir. Lê min tim didît diya min digiriya. Lê min ji diya xwe re got, çi dibe bila bibe ez ê vê nexweşînê têk bibim.”

Çelîk anî ziman ku birayê wê li leşkeriyê bûye û ji bo neqilkirina hucreyê gazî birayê wê kirine û li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Erciyesê hucreya ku 50 ji sedî li wê dihat ji birayê wê hatiye neqilkirin û piştî neqilkirin wê xwe wek ji nû ve hatime dinê hîs kiriye. Çelîk, ji bo bexşkirina hucreyê bang li mirovan kir û got: “Hucreyên xwe bexş bikin da em jî karibin bijîn. Ancax em bi saya we dikarin baş bibin. Ji bo em jî bikenin divê her kes di vî warî de bi hesas tev bigere. Ez li her derî behsa girîngiya hucreyê dikim. Dixwazim her kes kêfxweş bibe.” ERZIROM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar