Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Bi kilaman êş û azara xwe dibêje

Dayika bi navê Sebeha Receb Rustem ev 40 sal e çanda kurdî diparêze û kilaman dibêje. Dayika Sebah jî wekî hemû dayikên kurd li ser êş û azarên kurdan û keça xwe ya şehîd kilaman dibêje

Gelê kurd xwedî çand û folkloreke resen e. Kilaman jî di vê çandê de cihekî girîng girtiye. Bi taybet jinên kurd dema diçûn ser kaniyê, çêrê yan jî li ber dergûşan xwe kilam û stran digotin. Jinên kurd ku kilam ji dayik û pîrên xwe girtin, heya roja îro nifş bi nifş dan jiyandin.

Sebah Receb Rustem a 55 salî ji navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ye û dayika 6 zarokan e. Kurekî wê astengdar e. Malbata dayika Sebah di xaniyekî li ser kolaneke qerbalex de dijî.

Dayika Sebah şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyan berê xwe da Şehbayê, bi tenê nehiştin. Deriyê mala xwe li ber wan vekir û ew hembêz kirin. Dayika Sebah a ku mala wê ji 3 odeyan pêk tê, odeyeke xwe da xelkê Efrînê û ev ji salekê zêdetir e bi hev re dijîn.

40 sal e kilaman dibêje

Sebah ji 15 saliya xwe ve kilaman dibêje. Dayika Sebah di ciwaniya xwe de li gel pismanên xwe yên di dawetan de li def û zirneyê didan, stran digot.

Dayika Sebah xwedî dengeke zelal û pak e û ji aliyê nasên xwe ve pir tê hezkirin.

Sebah di temenê xwe yê 17 salî de dizewice, wek piraniya jinan jiyana dayika Sebah jî bi zewacê vediguhere êş û azaran. Wê jî li ser vê rewşê kilam çêkirin û di her dîwanekê de digotin.

Dayika Sebah bi naskirina tevgera rizgariya Kurdistanê re, rihê welatparêziyê li gel wê çêbû. Keça wê Jiyan Rustem tev li refên tevgerê bû û li rojhilatê Kurdistanê şehîd bû. Dayika Sebah li ser keça xwe û azarên salan ên gelê kurd kilam çêkirin û di minasebetan de gotin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar