Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Bi leşkeran re çûn û ceryana gund birîn

Yekîneyên DEDAŞ’ê çûn gundê Qasrîka Şemrexê xwestin kontrola saetên ceryanê bikin lê gundiyan nehişt. Li ser vê yekê DEDAŞ’ê hemû ceryana gund bi hênceta “qaçaxê bikar tînin” birîn

Yekîneyên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li gel cendirmeyan duh çûn gundê Qasrikê yê Şemrexa Mêrdînê. Di navbera gundiyan û xebatkarên DEDAŞ’ê de nîqaş derket. Xebatkarên DEDAŞ’ê xwestin mal bi mal di çavdêriya leşkeran de kontrola ceryana “qaçax” bikin lê gundî kom bûn û li dijî vê yekê derketin. Gundiyan da zanîn abonetiya ceryana wan heye û her meh bi awayek standart pereyê xwe radizînin. Xebatkarên DEDAŞ’ê gotin pereyê tê razandin hindik e û bi israr gotin dê saetan kontrol bikin. Lê gundiyan jî bi israr destûr neda ku xebatkar bi leşkeran re bikevin malan.

Li gorî gundiyan ragihand; kesek di nava yekîneyên DEDAŞ’ê de ku xwedî peye bû ji wan re gotiye: “Wê demê em jî vî gundî ceza dikin. Em ceryanê nadin vir.” Li ser berteka gundiyan yekîneyên DEDAŞ’ê bi leşkerên ku anîbûn re ji gund derketin û piştî demek kin ceryana gund ji binî birîn û gundiyan bêceryan hiştin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar