Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Bi pêşengiya TAJÊ dê Şêwra Jinên Iraqê bê lidarxistin

Bi boneya salvegera fermana 74’an dê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) şêwra jinên Iraqê were lidarxistin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera Fermana 74’an ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, dê di serî de li Şengalê, li seranserê Iraqê çalakî û xebatên cûr bi cûr bimeşîne. Armanca bernameya salvegera şermezarkirina fermanê dawî anîna fermanan, qirkirinên jinan û naskirina mafê xweseriyê ji bo civaka êzidî be.

Hat zanîn ku dê TAJÊ di çarçoveya rêzeçalakî û xebatan de şêwra jinên Iraqê lidar bixe. Rojeva sereke ya şêwra jinên Iraqê fermana 74’an a li ser civaka êzidî û jinên Şengalê be jî, wê rêyên dawî anîna qirkirina jin a li Iraqê û pêwîstiyên bi yekitiya jinên Iraqê jî mijarên sereke yên şêwrê bin.

Li gorî agahiyên ku endama rêveberiya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî daye JINHA’yê, xebatên amadekariya şêwrê hatine destpêkirin lê dîroka wê hîn nehatiye diyarkirin.

Ferîde Şengalî da zanîn ku ger ew bikarin yekitiya jinên Iraqê pêk bînin dê bikarinbin pêşî li fermanan jî bigirin û wiha got: “Di fermanê de ne tenê jinên êzidî, jinên ji ol û baweriyên cuda jî bûne qûrbanî. Eger em bibin yek, em ê bikaribin li ber koletî û fermanan rabin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar