Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazar - 20 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Bi ruhê berxwedana 19’ê Tîrmehê Bendava Tişrînê diparêzin

Ligel êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedana şervanan û gel li Bendava Tişrînê didomin. Jinên ku nobetê digirin diyar kirin ku wê bi rûhê berxwedana 19'ê Tîrmehê têkoşîna xwe bidomînin û gotin: "Bi canê xwe dîrok dinîvsînin."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê piştî hilweşîna rejîma Esad êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomînin. Berxwedana li dijî êrîşan jî ev 38 roj in bênavber didome. Bi hezaran kesên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser banga Rêveberiya Xweser di 8’ê Çileyê de berê xwe dan Bendava Tişrînê. Ligel êrişên li hemberî bendavê ev cara 4’emîn e êrîşî karwanên welatiyên ku berê xwe didin bendanê tê kirin.

Her roj gelek caran derdora bendavê bi balafirên şer tên bombebaran kirin û tevî vê jî bi sedan kes ji bo piştevaniya bi nobetê re berê xwe didin bendavê. Jinên ku tevlî berxwedanê bûn axivîn.

Xanim Ebdillah ji bajarê Reqayê tevlî çalakiyê bû ye û wiha hest û ramanên xwe anî ziman: “Em 3 roj in li vir li gel miletê xwe sekinîne. Em li pişt HSD’ê sekinîne. Li pişt hevalên xwe sekinîne. Em li vir carekdin bang dikin û piştewaniya wan dikin. QSD gel e. Em bang li Tirkiyeya dikin û dibêjin em ne tank û top û ne jî tehdîtan ditirsin. Wa ye em li vir in em bi hevalên xwe re ne. Armanca me yek e û em ê bi ser kevin. Heta faşîst venegerin em jî ji vir venaqetin.”

Ji rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Rûken Meleîbrahîm ji Reqayê tevlî çalakiyê bû ye û wiha axivî: “Em 3 roj in li bendava Tişrînê ne. Em li vir nobedê digirin. Hûn jî dizanin her tim xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî nobedê digirin. Îro di roja 8’emîn de nobet didome. Ligel êrişên ku li hemberî bendavê tên kirin jî xelkê ku ji bo parastinê berê xwe didin li vir jî bi êrişan re rûbirû dimînin. Dema em jî bi rêketin jî êriş pêk hatin.”

Rûken Meleîbrahîm di axaftina xwe de bal kişand ser ruhê berxwedanê û got: “Wekî hûn jî dizanin bi ruhê berxwedana 19’ê Tîrmehê, ruhê Şoreşa Jinê ya ku di 19’ê Tîrmehê de dest pê kir îro jî bi pêşengtiya jinan li vir jî tê nîşandan. Karwanên ku li vir amade ne û nobedê digirin û pêşentgiyê dikin jin in. Karwanê ku beriya me hat di nav de jinek di encama êrişê de hat qetilkirin endama Kombûna Zeynûbiyê bû. Jin carekdin bû hedef, ji ber ku dizanin şoreş şoreşa jinê ye û dixwazin bi êrişan jinan têk bibin, şoreşa jinan têk bibin. Her ku jinek jiyana xwe ji dest dide bihezaran jinên din dadikevin qadan bertekên xwe tînin ziman û piştevaniya Şoreşa Jinan dikin. Em dev jî şoreşê bernadin.”

Rûken Meleîbrahîm wiha behsa yekitiya gelan kir: “Di 8’emîn roja berxwedana li vir de her kes dibîne berxwedaneke çawa mezin tê dayîn. Balafirên keşfê û yên êrişan li ezmanan hene û duh jî pir bi tund êrişê derdora bendavê kirin. Lê em ne yek deqe û yek kêliyek ranewestiyan. Em bi dirûşmên xwe û bi coş û bi moral bersivê didin êrişan. Kantona Reqa, Tebqa, Dêra Zorê bi moreleke mezin li ser bendava Tişrînê nobeda xwe didomînin. Em carek din dûbare dikin em dev jî bendavê bernadin. Em ê piştevaniya QSD’ê bikin û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê li vir bin. Em ê ruhê şoreşê ya 19’ê Tîrmehê biparêzin. Em ê bi ser kevin û em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û federal bi hemû pêkhatiyên xwe ava bikin.”

Hevseroka Rêveberiya Desteya Perwerdê ya Kantona Reqayê Zelîxa Abdî tevlî nobetê bû wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez di serî de bang li Dewleta Tirk dikim ku em tu carî dest ji Bendava Tişrînê bernadin. Ji ber ku ev bendav ceyran û avê dide bajarê Reqa û hemû bajarên Sûrî. Em ê li cem şervanên YPG, YPJ û QSD’ê bin. Belê em 3 roj in li vir in. Moralê me pir bilind e, ji ber ku em moralên xwe ji şervanên xwe digirin. Şervanên me jî mola xwe ji gelê xwe digire. Ev yek jî nîşaneya têkiliyên me bi çiqasî bi şervanan re heye. Ev têkilî ne bi rojek hatiye çêkirin. Bi ruhê şoreşgeriyê pêk hatiye.”

Zelîxa Abdî diyar kir ku berxwedana ku îro ku tê kirin dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku baweriya me bi felsefa netewa demokratîk, bi ruhê xwişk û biratiya gelan heye. Bi taybetî li Minbiç, Bendava Tişrînê hewldana YPJ’ê dîrokî ye, di Kobanê de jî ev yek wisa bû. Niha carekdin ev derket holê. Jinên ciwan ên ereb, kurd, suryan, aşûrî tevlî YPJ’ê bûn ji bo parastina axa xwe û parastina xeta jinê û parastina rêxistinbûna jinê bikin. Ev yek tiştek pir pîroz e. Dema em şervanên YPJ’ê dibînin, dema şehîd dikevin an jî birîndar dibin, an jî tên girtin, lê tu carî moralên me têk naçe. Ji ber ku em roj bi roj bi keziyên wan dibînin ku di navbera şer de baweriyek pir mezin dide me. Dema çete hati kesek gelê li vir rizgar nekir ji bilî HSD’ê. Reqa bang li HSD’ê kir, Dêra Zorê, Tebqa bang li HSD’ê kir û îro gelek bajar û di nav de Şam jî heyî bang li HSD’ê kir. Ev tiştek ne hindik e. Ev tiştek dîrokî ye. Îro her miletekî Sûrî gihaşt astekî. Îro bi saya HSD’ê Sûriye dê bighije asteke demokratîk, wekhev û edaletê. Şervanên HSD’ê rojane dîrok dinîvsînin. Bi canê xwe dîrok dinivsînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar