Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Bi ruhê Kawayê Hemdem em ê şer bikin’

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi lêv kirin ku Newroza sala 2023’yan di seri de li Rêber Apo, rêhevalan û tevahî gelê xwe  pîroz dikin. Wê ev sal bi têkoşîn û berxwedaneke mezin û bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem şer bêkirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê Cejna Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin û diyar kirin ku ew ê di sala 2023’yan de têkoşîna azadiyê bigihînin asta herî jor.

Gerîlayê HPG’ê Rojhilat Qehreman: Di serî de Cejna Newrozê li Rêber Apo û li hemû gelan pîroz dikim. Ez di şexsê Mazlûm Dogan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ez soza me ya serkeftinê ji wan re dubare dikim. Newroza 2023’yan wê bibe sala bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Careke din Newroz li hemû gelan pîroz be. Em ê bi ruhê Newrozê serkeftinê bi dest bixin.

Gerîlaya YJA Starê Tekoşîn Cûdî: Em di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin. Pêvajoyeke ku tê de berxwedanên mezin tên jiyîn û berdêlên mezin tên dayîn. Bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan, li hemberî dijmin têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Berxwedana gerîla nîşan da ku ruhê têkoşînê yê bindestan û Kemalan tu carî ji holê ranabe. Îdîaya me heye ku di sala 2023’yan de têkoşîna xwe bigihînin asta herî jor. Ji ber ku dem hatiye ku em jiyana azad pêşkeşî Rêber Apo û gelê xwe bikin. Em gerîlayên YJA Starê li ser vê bingehî li dijî dijmin şer dikin û li ber xwe didin. Di vê pêvajoyê de em amade ne ku hemû erkên ku ji me tên xwestin pêk bînin. Yê ku karî em xwe bigihînin wate û girîngiya Newrozê Rêber Apo ye. Em jin berxwedana Rêber Apo silav dikin. Li hemberî dijminê ku dixwaze gelê kurd tune bike 50 sal in têkoşîneke bênavber tê meşandin. Rêber Apo pêşengiya vê têkoşînê dike. Armanca me ew e ku em vê têkoşîna Rêber Apo bi serkeftinê tacîdar bikin.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Kobanê: Sala 2023’yan wê ji bo me bibe sala herî mezin a têkoşîn û berxwedanê. Hêvî dikim ku Newroza 2023’yan bibe sedema azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn û hêviya gelê me yê ku di erdhejê de mexdûr bûne. Êşa mexdûrên erdhejê, êşa me ye jî. Em Cejna Newrozê li hemû dayîkên şehîdan pîroz dikin. Dayikên hevrêyên me jî dayikên me ne. Divê bizanibin ku xwîna hevrêyên me wê li erdê nemîne. Em ê ji dijmin tolê bistînin û bila gumanên tu kesî tunebin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar