Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Bi sedan kes li Êlihê ji bo rakirina tecrîdê meşiyan

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, bi tevlêbûna bi sedan welatiyan li Êlihê meş hat lidarxistin. Di meşê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Welatiyan xwest ku tecrîd bi dawî bibe

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Êlihê meş hatin lidarxistin. Di meşa ku li taxên Baglar û Petrolkentê bi awayekê hemwext hatine destpêkirin de bi sedan welatî jî amade bûn.

Di meşa li Taxa Baglarê ku ji Parka Zozanê dest pê kir de çalakvanan wêneyên Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar ên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan û pankarta ‘Tecrîdê rakin bila mirin rawestin’ hildan. Çalakvanan di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedanan zindanan’ berz kirin. Di dema meşê de gelek welatî jî ji malên xwe derketin û tev li meşê bûn.

‘Bi têkoşîneke hevpar em dikarin çavên wan vekin’

Çalakvan heta ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya taxa Baglarê meşiyan. Li ber deriyê buroyê li ser navê girseyê parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî daxuyanî da û wiha got: “Desthilata siyasî li dijî gelê kurd dijminatiyê dike. Dixwazin me tune bikin. Lê binihêrin, ji ber bi cih ne anîna daxwazan mirov dawî li jiyana xwe tînin. Weke parlamenterên vî bajarî ji ber ku me nekarî pêşî li van mirinan bigirin, di herikandina rondikên çavan de sûcê me jî heye. Lê heke em hemû bi hev re hestiyar bin û têbikoşîn, em ê bikarin ew guh û çavên qêrîna aştiyê nabihîzîn û nabînin, vekin.”

Dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin

Li buroya hilbijartinê ya Taxa Petrolkentê jî bi sedan kes bi heman boneyê heta Parka Mehmet Sîncar meşiyan. Di meşê de pankarta ‘Tecrîdê rakin bila mirin werin rawestandin’ hatibû vekirin û welatiyan meşale pêxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û Dayikên Aştiyê jî beşdarî meşê bûn. Welatiyan bê navber dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Piştî daxuyaniyeke kurt, çalakî bi dawî bû. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar