Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Bi tayînkirina qeyûman gel tecrîd dikin’

HDP’iyan diyar kir ku tayînkirina qeyûman bûye rêbazeke rêveberiya hikûmeta AKP’ê û gotin ku bi tayînkirina qeyûman re gel tecrîd dikin

Bi biryara Wezareta Karê Hûndir, qeyûm tayînê 3 Şaredarên Bajarên Mezin, şaredarên bajarekê û 8 navçeyên di bin rêveberiya HDP’ê de hatin kirin û 13 hevşaredar jî hatin girtin. HDP’iyên li Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku divê ew li dijî bêhiqûqiyên li ser vîna gelê kurd derkevin û vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.

Hatîce Kiye anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê tayînkirina qeyûman kiriye rêbazek rêveberiya xwe û wiha got: “Ev cara duyemîne qeyûm tayînê şaredariyên me dikin. Ev xespa vînê ye. Bi vê keda jin, ciwan û hemû gel tune hesibandin. Lê gelê kurd tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Ligel hemû polîtîkayên cihekarî û teslîm girtinê jî, gelê kurd bi tu awayî gav paş ve ne avêt. Gelê kurd wê van jî derbas bike û tim xwedî vîna xwe derkeve.”

Bêdengiya muxalefetê rexne kir

Îbrahîm Acar tayînkirina qeyûma weke tecrîdkirina gel nirxand û ev tişt anî ziman: “Ev pêkanîn dijqanûnî ye. Partiyên muxaletefê li dijî qeyûman bêdeng man. Em wan rexne dikin.”

Zubeyde Ozalp jî da zanîn ku tayînkirina qeyûman li dijî pergala hevserokatiyê ye û wiha axivî: “Gelê kurd li dijî qeyûma serî rakiriye. Pergala hevserokatiyê ji bo jinan pergalek pir girîng e. Em ê vê pergala xwe ya hevserokatiyê û vê pîvanê biparêzin.”

‘Wê deme hilbijartinê nekin’

Ferfîn Kaya da zanîn ku tayînkirina qeyûman li dijî mafê mirovan e û wiha bertek nîşan da: “Wê demê çima mafê hilbijartinê didin mirovan? Bila hilbijartinê nekin. Ger sibe jî hilbijartin çêbe, ez ê dîsa deng bidim vîna xwe.”

Her wiha Kenan Kanat jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê şaredariyan weke rantê bikar tîne û wiha got: “Qeyûman bizmarek jî li vî bajarî nexistin. Di ser de jî bi milyonan deyn li dû xwe hiştin. Ez van pêkanînan heya nefesa xwe ya dawiyê jî qebûl nakim. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman, tim dewam bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar