Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

‘Bi xwedîderketina çand û ziman re em xwedî li hebûna xwe derdikevin’

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) bi mebesta parastina ziman û dîroka kurd hatin cem hev û Komeleya Zanist, Antropolojî, Huner û Çandê (Bask-Der) ava kirin. Endama komeleyê Rahîme Tekîn têkildarî mijarê ji Jinnewsê re axivî.

Tekîn da zanîn ku ji bo civakekê, çand xalekî bingehîn e û wiha got: “Heke ku li ser çandê xebat neyên kirin, wê demê civak terkî rizînê dibe. Çanda kurdî di bin gefeke mezin a pişaftinê de ye. Civakeke ku di bin êrîşan de bi saya çandê dikare xwe biparêze. Weke ciwan em jî dê pêşengiya vê bikin. Komeleya me xebatên xwe li qada zanîngehê dimeşîne. Civakeke bê ciwan, xwedî pêşerojekî jî nîne.”

‘Hewldana me bersiveke li dijî pişaftinê ye’

Bi domdarî jî Tekîn diyar kir ku li hemberî hewldana yektîpkirina mirovan a kapîtalîzmê, hewl didin bi destê ciwanan civakeke demokratîk a alternatîf ava bikin û wiha pê de çû: “Em dixwazin bîra ku civakê ava dike, zindî bihêlin. Zanîngeha me yek ji zanîngehên li Kurdistanê ye. Gelemperiya xwendekarên wê jî kurd in. Baweriya me ew e ku dê ciwanên me xwedî li çand, ziman û hebûna xwe derkevin. Hewldana me bersiveke li dijî pişaftinê ye.”

Xebatên hatine kirin

Di dawiya axaftina xwe de jî Rahîme Tekîn ev tişt anî ziman: “Komele di çarçoveya xebatên xwe de qursên erbane, tembûr, gîtar û bilûrê dide. Atolyeyên jîneolojî û ekolojiyê jî hene û fîlm tên pêşandan. Ji bo rojên girîng jî bername tên pêşkeşkirin. Em dixwînin û nîqaşan dimeşînin. Dîsa ji bo dibistanên gundan xebatên me hene. Em li kampûsê jî bernameyan li dar dixin lê rastî êrîşan tên. Kirdeya xebatên komeleyê, jin in. Li dijî bûyerên tacîzê yên li zanîngehê, çalakiyên me çêbûn û me nîşan da ku li dijî zîhniyeta serdest a mêr em ê serî natewînin. Bi wesîleya 8’ê Adarê me rêxistinbûna xwe mezintir kir. Ji ber rewşa pandemiyê xebatên me bi awayeke onlîne didomin. Li dijî zext û zordariyê weke ciwan bersiva me, xwedîderketina li çand û ziman e.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar